Koçberên Şehbayê daxwaza vegera bi ewle dikin
Hezar û 350 malbatên ji Şehbayê ku di navbera salên 2013-2018-2024’an de ji Şehbayê koçber bûne û niha li herêmên Cizîrê û Kobanê dimînin, dixwazin bi awayekî ewle vegerin malên xwe.
Yek ji xalên girîng ên Peymana 29’ê Çileya 2026’an ku di navbera QSD’ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hat îmzekirin, vegera koçberan e.
Heta niha piraniya koçberên Efrînê vegeriyan warê xwe û niha amadekariya vegera koçberên Serê Kaniyê jî tê kirin.
Yek ji herêma ku gelê Kurd jê koçber bûye jî Şehba ye.
Bi hezaran şêniyên Şehbayê di navbera salên 2013-2018 û 2024’an de koçberî herêma Cizîrê û Kobanê kirine.
Li herêmên Cizîrê û Kobanê hezar û 350 malbatên ji Şehbayê dîmînin.
Li gorî Meclisa Sivîl a Şehbayê, dewleta Tirk piraniya çekdarên xwe (Emşat, Hemzat û Sultan Murad) li Şehbayê bi cih kirine.
Ev çekdar bi keyfî tev digerin, kengî dixwazin ciwanan digirin û êrişî gel dikin.
Lewma gel dixwaze bi hêzên xwe yên parastinê (Cebet Ekrad) re vegere.
Her çendî hikumeta demkî ji bo vegera Cebet Ekrad pirsgirêkan dernaxe jî, lê dewleta Tirk astendiyan çêdike.
Ronahi.tv
