• Monday, 27 July 2026
logo

Rûspiyê Şerabiyan: Em bi hevgirtin û yekitiya civakê ve girêdayî ne

Rûspiyê Şerabiyan: Em bi hevgirtin û yekitiya civakê ve girêdayî ne

Li herêmên parêzgeha Hesekê hinek kes hewl didin bêaramî çêbe û pirsgirêk derkevin. Zimanê nefretê bi kar tînin û hewl didin fitneyê di nava civakê de derxin. 

Rûspiyê qebîleya Şerabiyan a Iraq û Sûriyeyê şêx Mihemed Arif El Hemdûn der barê vê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: "Ereb, Kurd, Suryan, Aşûrî û Ermen bi hezaran salan li ser vê xakê bi hev re jiyan. Têkiliyên wan ên civakî gelekî xurt in, rêz didin çanda hev û bi hev re dijîn."

Ji bo êlên Sûriyeyê Şêx El Hemdûn got: "Êlên Sûriyeyê her tim faktorên aramî û aştiyê ne, ew tu carî nebûne sedem ku şer di navbera pêkhateyan de derkeve. Êl her tim aştî û aramiyê diparêzin û ji parçebuyînê dûr dikevin. Hemû êl hewldanên ku fitneyê bixin navbera gelê Sûriyeyê red dikin. Kesên bi navê êlan banga fitne û provokasyonan dikin, nûnertiya me nakin û em berpirsyariya wan ranakin. Rûsipiyên êlan bi xebatên xwe yên çareserkirina pirsgirkên civakî, parastina aştî û aramiyê têne naskirin."

Her wiha El Hemdûn diyar kir ku hinek aliyên derve dixwazin fitnê çêbikin û wiha got: "Hinek aliyên derve hene destek didin kesan ji bo fitnê li herêmê derxînin. Her wiha li ser medya dijîtal zimanê nefretê û provokasyonan didin bikaranîn û dixwazin şer navbera pêkhateyên Sûriyeyê de derkeve. Xelkê Cizîrê xetereya van hewldanan dizane û destûr nade ku kesek têkiliya wan a civakî xirab bike.

Li herêma Cizîrê Ereb, Kurd, Suryan, Ermen û Aşûr bi hev re dijîn, têkiliyeke wan a civakî ya xurt heye. Aqûbeta xelkê Cizîrê bi hev ve girêdayî ye, xweşî û xemgîniyên xwe bi hev re parve dikin. Ev têkiliyên wan ên civakî ji hewldanên fitne û provokasyonan ên hinek kesan xurttir in."

El Hemdûn ji hikumeta demkî daxwaz kir ku kesên fitneyê çêdikin û zimanê nefretê bi kar tînin, bi qanûnî ceza bike û wiha lê zêde kir: "Kî hewl dide zimanê nefretê di nava gelê Sûriyeyê de belav bike divê bi qanûnî were cezakirin. Parastina aştî û aramiya herêmê ji hikumeta demkî tê xwestin, civak û êl jî di ber vê yekê de berpirsyar in. Rûspiyên êlan ên herêma Cizîrê destwerdanên derve yên dixwazin ziyanê bidin ewlehî û aramiya herêmê, red dikin. Em ê têkiliyên civakî biparêzin û çanda diyalogê bi pêş bixin."

Şêx Mihemed Arif El Hemdûn di dawiyê de wiha got: "Ez bang li şêx û rûspiyên hemû herêmên Sûriyeyê dikim ku yekitiya gelê Sûriyeyê û hevgirtina civakî biparêzin û li hemberî yên hewl didin fitneyê çêkin, derkevin. Bi yekitî û hevgirtina gelê Sûriyeyê dê Sûriye ji nû ve ava bibe û aramî lê hebe."

 

ANHA

Top