• Saturday, 07 February 2026
logo

Serok Barzanî û Helbûsî: Divê diyaloga navbera Hewlêr-Bexdayê berdewam be

Gulan Media September 7, 2020 Nûçe
Serok Barzanî û Helbûsî: Divê diyaloga navbera Hewlêr-Bexdayê berdewam be
Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê 6 Îlona 2020, li bajarokê Selaheddînê yê ser bi Hewlêrê ve pêşwazî li Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî kir. Gotûbêjkirina rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û navçeyê û hilbijartinên pêşwext li Iraqê mijarên serekî yên hevdîtina serok Barzanî û Mihemed Helbusî bûn.

Serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî îro serdana Herêma Kurdistanê kir û li Hewlêrê bi Serok Barzanî re civiya.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, “di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û navçeyê hate guftûgo kirin û ronahî jî xistin li ser proseya siyasiya Iraqê ya li qonaxên pêş de. Herwiha tekez jî li ser hemahengî û karê hevbeş ya aliyan ya ji bo çareserkirina qeyranan kirin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha ragihandiye, danûstandina bîr û ramanên li ser çareserkirina girift û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de mijareke din ê vê civînê bû.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Parlamentoya Iraqê jî derbarê civînê Mihemed Helbûsî û serok Barzanî de daxuyaniyek belav kiriye û diyar kiriye, “di civînê de rewşa giştî û pêşhatên siyasî yên li welat, pêwîstiya cîbicîkirina yasayê û serweriya dewletê û pêkanîna zemîneyên guncaw û tevahiya pêwîstiyan jibo pêkanîna hilbijartinên azad ku derbirîna vîna welatiyan bike, hatin gotûbêjkirin.”

Li gor vê daxuyaniyê, herwiha di civînê de, “meseleya bazneyên girêdayî yasaya hilbijartinên parlamentoya Iraqê, hejmarek ji yasayên pêwîst bo demên bihê û herwiha pêdeçûna bi yasaya Dadgeha Bilind a Federal”, mijarên din ên civînê bûn.

Ofîsa Ragihandinê ya Mihemed Helbusî destnîşan jî kiriye, ku Helbusî û serok Barzanî derbarê danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî gotûbêj kirine û tekezî li giringiya yekdengiya hêzên siyasî di vê mijarê de û berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê di çarçoveya Destûrê de kirine.

Serokê Parlamentoya Iraqê, Mihemed Helbûsî îro ji bo gotûbêjkirina mijara bazneyên hilbijartinên parlamentoyê û çend mijarên din, bi serdanekê gihîşt Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê.

Rudaw
Top