• Saturday, 07 February 2026
logo

Tirkiyê piştî serdana Nêçîrvan Barzanî operasyona dijî PKKê bidawî kir

Gulan Media September 7, 2020 Nûçe
Tirkiyê piştî serdana Nêçîrvan Barzanî operasyona dijî PKKê bidawî kir
Serokê herêmê roja înê serdana Tirkiyeyê kiribû
Wezareta Berevaniya Tirkiyê doh bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyona bi navê ‘Pençe Kaplan’ a ji 18ê Hezîranê ve li nav sînorên Herêma Kurdistanê li dijî PKKê pêk tîne hatiye temamkirin.

Li gor nûçeya PeyamaKurd Ev daxuyaniya Tirkiyê piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat ku bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û berpirsên bilind ên Tirkiyê re rojek berê li Enqerê hevdîtin kiribûn.

Beriya serdana Tirkiyê jî Hikûmeta Kurdistanê dabû xuyakirin ku operasyona Tirkiyê ya dijî PKKê ziyanê digihîne Herêma Kurdistanê û xelkê sivîl.

Herwiha li gorî zanyariyên herêmê, di encama operasyona Tirkiyê de, PKKê piraniya hêzên xwe ji Heftanînê kişandine û derbasî herêmên Çiyayê Spî bûne.
Top