• Sunday, 26 July 2026
logo

Firaksiyona PDKê li Bexdayê daxwaza zêdekirina pişka petrola Herêma Kurdistanê dike

Firaksiyona PDKê li Bexdayê daxwaza zêdekirina pişka petrola Herêma Kurdistanê dike

Berdevkê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê ragihand ku 50 bermîlên petrola rojane, ku li dû lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê bo pêdivîtiyên navxweyî hatîye diyarkirin, kêm e. Eşkere jî kir ku wan bi rengekê fermî daxwaz ji hikûmeta fedrel kiriye ku wê hejmarê zêde bike.

Berdevkê Firaksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Daner Ebdilxefar duhî (Şemî, 25ê Tîrmeha 2026ê) tevlî bernameya "Basî Roj"ê (Mijara Rojê) ya kanala Kurdistan24ê bû û çend ronkirin li ser rewşa petrolê dan.

Daner Ebdilxefar di daxuyaniyên xwe de ji Kurdistan24ê re got: "Mîqdara petrola ya ku ji aliyê Bexdayê ve bo pêdivîtiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê hatiye terxankirin kêm e û pêdivîtiya sûkê tije nake."

Berdevkê Fraksiyona PDKê ron jî kir ku li dû lihevkirina fermî ya navbera Hewlêr û Bexdayê, 50 hezar bermîlên petrola rojane bo pêdivîtiya navxweyî ya Herêma Kurdistanê hatine diyarkirin; lê tekez jî kir ku ev mîqdar ne bes e û pêdivî ye bê zêdekirin.

Daner Ebdilxefar amaje bi hindê jî kir ku wan daxwaz ji hikûmeta fedrel a Iraqê kiriye ku mîqdara petrola dabînkirî zêde bike, ji ber ku pêdivîtiya rojane ya navxweya Herêma Kurdistanê bo benzînê digihîje nêzîkî heft milyon lîtrên benzînê, û ev mîqdara terxankirî ya niha ji asta daxwaza rastîn a şofêr û parzinîngehên navxweyî gelek kêmtir e.

 

K24

Top