• Sunday, 08 February 2026
logo

Rojavayê Kurdistanê- Myles Caggins bidawîbûna erka xwe ragihand

Gulan Media September 6, 2020 Nûçe
Rojavayê Kurdistanê- Myles Caggins bidawîbûna erka xwe ragihand
Peyvdarê fermî yê Koalîsyona Navneteweyî Kolonêl Myles Caggins bi civîneke çapemeniyê ya hevbeş bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re ragihand ku erka wî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dawî bû.

Îro roja şemiyê 05.09.2020an girêdayî bidawîbûna erka berdevkê Koalîsyona Navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê colonel Myles Caggins , civîneke çapemeniyê ya hevbeş bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re hate lidarxistin.

Civîna çapemeniyê li bingeha koalisyonê li Bendava rojhilatê Hesekê bi beşdariya berdevkê ragihandinê yê HSD`ê Mistefa Balî û berdevkê fermî yê Koalîsyona Naveneteweyî colonel Myles Caggins pêkhat.

Peyvdarê ragihandina HSD`ê Mistefa Balî di destpêka civînê de axivî û wiha got: "Piştî salekê û 4 mehan ji karê hevbeş bi colonel Myles Caggins re, erka wî bi dawî bû û dê vegere welatê xwe."

Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Miles Caggins jî wiha got: "Beriya 6 salan, hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji bo şerê li dijî rêxistina terorîst (DAIŞ) hate damizrandin. Ji 10`ê Îlona 2014`an de me 7 milyon mirov û 110 hezar km2 erdên dagirkirî, rizgar kirin."

Caggins piştrast kir ku dê cîhan ji bîr neke ku lehengê rasteqîn li dijî rêxistina DAIŞ`ê, Hêzên Sûriya Demokartîk (HSD) ye û got: "HSD`ê ji bo tunekirina DAIŞ`ê ji Reqayê heta Rimêlanê û ji Amûdê heta Besrayê, hêza xwe kir yek û DAIŞ têk bir."

Myles Caggins wiha lê zêde kir: "DAIŞ`ê zirar da malbat û hevalên we. Hinek ji we jî ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê û hikumeta El-Esed û şerê wan li dijî sivîlan, xwedî birînên kûr in."

Basnews
Top