• Saturday, 07 February 2026
logo

25 kes li navçeyên Kurdistanî yên Diyale hatin kuştin û birîndarkirin

Gulan Media September 6, 2020 Nûçe
25 kes li navçeyên Kurdistanî yên Diyale hatin kuştin û birîndarkirin
Çend roj in çekdarên DAIŞê êrîşên xwe li navçeyên Kurdistanî yên li parêzgeha Diyala zêde kirin û di 7 rojên bûrî de 25 kes ji polîs, leşker û çekdarên Heşda Şeibî û welatiyan hatine kuştin, yan birîndar bûne.

Rêvebirê Asayişa Kulaco Şemal Ebdulrehman ji K24ê re got: “ Rast e gelek hêzên Iraqî li herêmê hene, lê ew ne wek me ne û hezkirina wan ji vê xakê re nîn e. Ev ne herêma wan e, ji ber wê jî, bi şevê dernakevin, çekdarên DAIŞê bi şevê tên û kiryarên teroristî dikin û vedigerin”.

Di heyama 3ê salên bûrî de li navçeyên Kurdistanî yên li Diyale, zêdetir ji 30 gundên Kurdan vala bûn, zêdetir ji 100 welatiyên Kurd jî ji aliyê grûpên çekdar ên nenaskirî û paşmayên DAIŞê ve hatin şehîdkirin û hejmarek jî hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Rêvebirê Liqê 15 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şêrko Tewfîq dibêje: Nêzîkî 100 metro ji xaleke artêşa Iraqê li gundê Xertel 4 kes hatin kuştin, lê ew bê helwest bûn. Bi aşkere dibêjim, artêşa Iraqê li hember kiryarên teroristî bêxem in. Hêzên Iraqî nikarin navçeyê biparêzin”.

Li sînorê Xaneqînê û gund û bajarokên ser bi ve, zêdetir ji 10 hezar çekdarên artêşê, polîs û Heşda Şeibî bi navê parastina ewlehiyê hatine bicihkirin, lê ew hêz nebûna sedema bidawîbûna êrîşên teroritî li ser navçeyên Kurdî.

K24
Top