• Sunday, 08 February 2026
logo

Bexda: Otomobîleke Hevpeymana Navdewletî rastî êrişê hat

Gulan Media September 6, 2020 Nûçe
Bexda: Otomobîleke Hevpeymana Navdewletî rastî êrişê hat
Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê aşkere kir, li navçeya Şule li Bexdayê yê bombeyek bi otomobîleke ser bi kompanyayekê ve teqiyaye ku girêbesta wê li gel Hevpeymana Navdewletî heye.

Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandina Emnî, aşkere kir ku îro danê sibehê, 06.09.2020, li herêma Şule ya ser bi Bexdaya paytexta Iraqê, bombebeyek bi otomobîlekê ve teqiyaye.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin ew otomobîl ser bi kompanyayekê ve bû ku wê kompanyayê girêbest li gel Hêzên Hevpeymana Navdewletî heye.

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê dibêje, “Di encama wê teqînê de polîsek û hemwelatiyekî sivîl birîndar bûn. Ew birîndar demildest ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.”

Pêncşema dernasbûyî, Wezareta Navxwe ya Iraqê desteserkirina 2 kesî ragihandibû ku guman tê kirin destê wan di teqîndina bombeyek bi karwanê otomobîlên Hevpeymana Navdewletî li parêzgehên Zîqar û Dîwanye hebe.

Di nava du mehên derbasbûyî de çendîn car karwanên otomobîlên wan kompanyayên girêbest li gel Hêzên Hevpeyman heye, li parêzgehên naverast û başûr, bi taybetî li Zîqar, Dîwanye û Babil hatine armanckirin.

Rudaw
Top