• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokwezîrê Nemsa: Erdogan turkên Ewropa, bo berjwendiyên xwe bikar tîne!

Gulan Media September 6, 2020 Nûçe
Serokwezîrê Nemsa: Erdogan turkên Ewropa, bo berjwendiyên xwe bikar tîne!
Serokwezîrê Austria, Sebastian Kurz dibêje, Erdogan turkên ku li Ewropa dijîn, bo berjewendiyên xwe bikar tîne.

Serokwezîrê Austria (Nemsa) Sebastian Kurz ji rojnameya Almanî ya bi navê Handelsblattê re gotiye, nabe Ewropa çavên xwe li hember tehdîd û gefên Tirkiyê bigire û di mijara Yûnanê de jî divê Ewropa piştevaniya hikûmeta Atîna bike.

Sebastian Kurz, ku wek kesekî nijadperest tê nasîn, li ser mijara penaberan jî gotiye, serkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan penaberan wek çek li hember Ewropa bikar tîne. Divê Ewropa li hember vê yekê bêdeng nemîne.

Bi gotina wî serkirdeyê Ewropî, Erdogan turkên ku li Ewropa dijîn, bo berjewendiyên xwe bikar tîne!

Basnews
Top