• Sunday, 08 February 2026
logo

Karvedanên êrişa li ser karkerên Kurd berdewam in

Gulan Media September 6, 2020 Nûçe
Karvedanên êrişa li ser karkerên Kurd berdewam in
Karvedanên êrişa li ser karkerên Kurd li parêzgeha Sakarya ya Tirkiyê berdewam in û sibe şandek ji nûnerên partiyên siyasî yên nav Tifaqa Kurdistanî serdana wan karkeran dike. Herwiha tê gotin, parêzgarê Sakaryayê ji wan karkeran re ragihandiye ku 3 kes ji êrişkaran hatine desteserkirin.

Hemdîn Demîr ku kesûkarê yek ji wan karkeran e li Sakaryayê ji aliyên hejmareke nijadperastan êrîşî ser wan hat kirin rgaihand ku parêzgarê Sakarya Çetîn Oktay Kaldirim bi riya telefonê peywendî bi wan re kiriye û amaje bi wê yekê daye ku heya niha 3 kes hatine desteserkirin.

Ji aliyekî din ve roja Duşemê sibe, 7 Îlonê, şandek ji nûnerên partiyên siyasî yên nav Tifaqa Kurdistanî de serdana wan karkeran dike.

Şand demjimêr 11 .00 sibehê ji Amedê bi rê dikeve û ber bi gundê Kelek ê ser bi bajarokê Şemrexa Mêrdînê ve diçin.

Endamên şandê ji nûnerên van partî û aliyan pêk tê; Kongreya Civaka Demokratik (KCD) , Partiya Herêmên Demkratik (DBP), Berdevka HDPê Ebru Gunay, Birêkara fraksIyona HDPê Meral Bêştaş, Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftîyurek, Partiya Azadî, Partiya Insan û Azadî, Platforma Demokrata Kurd-Bakur, Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Komeleya Şoreşgerên Demokrat a Kurd .

Piştî êrîşê, karkerên Kurd vegeriyan gundê xwe li parêzgeha Mêrdînê û di heman rojê de ji aliyê polîsan ve hatin vexwendîkirin û gotinên wan hatIN wergirtin.

Li gor medya Tirkiyê polîsan rê neda ti rojnamevank biçe nava wî gundê, rojnamevan dibêjin, polîsan mercên xwepartistina ji Corona weke hincet bo rêgirtina li derbasbûna rojnamevana nîşan da.


Lê Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Amedê Maşallah Dekak duh danê sibehê xwe gihandibû nava gund û rewş ji nêzîk ve şopandibû, piştre danê nîvro cendirme li derdora gund kom bûn û rê nedan ti rojnamevanek derbasî gund bibe.

Wan karkerên Kurd ji Maşallah Dekak re ragihandibûn ku grûpekê bi das û biviran êrişî wan kir û gefên kuştinê li wan xwarin û wan xwe bi zorê ji wê deverê xilas kir.

Rudaw
Top