Li Îlamê teqînek qewimî
Hat ragihandin; ji ber teqîna wesayîteke barhilgir ku barê gazê splît têde bû, nêzîkî 230 kes bo nexweşxaneyê hatine rakirin û beşek ji wan tûşî nefesgirtina bi tund bûne.
Li gor çavkaniyên tendirustiyê yên parêzgeha Îlamê, derengê şevê din, 230 kes bi helîkopteran bo nexweşxaneya bajarokê Serable yê li parêzgeha Îlamê hatine veguhestin û beşek ji wan ji ber gazê bi jehr ketine.
Herwiha Nesîr Qasimî, Cîgirê Rêveberê Polîsê Çerdawil ragihandiye ku lêkolînên li ser rûdanê berdewam in.
K24
