• Saturday, 07 February 2026
logo

Parlementera kurd Meyade Necar: Divê kurd di hemwarkirina qanûna dadgeha federal de yekdeng bin

Gulan Media September 5, 2020 Nûçe
Parlementera kurd Meyade Necar: Divê kurd di hemwarkirina qanûna dadgeha federal de yekdeng bin
Endameka kurd ya parlementoya Iraqê bang li firaksyonên Kurdistanî dike di dema hemwarkirina qanûna dadgeha federal ya Iraqê de yekdeng bin.

Parlementoya Iraqê dê îro li ser hemwarkirina qanûna dadgeha federal ya Iraqê, ku sala 2005 hatiye nivîsandin û pesendkirin, bicive.

Li ser vê mijarê, parlementera kurd li parlementoya Iraqê Meyade Necar ji BasNewsê re got, dadgeha federal ya Iraqê saziyeka girîng û kirîtîk e bo Herêma Kurdistanê ji ber wê jî pêwîst e kurd di dema hemwarkirina qanûna dadgeha federal de yekdeng bin.

Meyade Necar her wiha got, ji 9 endamên desteya dadgeha federal, 2 kes kurd in. Ev jî girîng e. Eger ew endamên kurd nemînin, aliyên din çi bixwazin dikarin bi ser kurdan de bisepînin. Loma hebûna kurdan di nav wê dadgehê de gelekî pêwîst û girîng e.

Basnews
Top