• Sunday, 08 February 2026
logo

Vahap Coşkun: Tirkiye dizane li herêmê rol û bandora Kurdistanê heye

Gulan Media September 5, 2020 Nûçe
Vahap Coşkun: Tirkiye dizane li herêmê rol û bandora Kurdistanê heye
Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyeyê li Bakurê Kurdistanê jî bi berz tê nirxandin. Şîrovekarên siyasî û berpirsên qada aboriyê ya Diyarbekirê dibêjin; êdî Herêma Kurdistanê jî di Rojhilata Navîn de bûye aktoreke sereke û dewletên wekî Fransa û Tirkiye jî dixwazin bi Herêma Kurdistanê peywendiyên xwe pêşvetir bibin. Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî û aborînasan, pêşvebirina peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re ji aliyê siyasî û aborî ve di berjewendiyên Tirkiyeyê de ne jî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî 14 mehan li gel şandeyekê serdana Tirkiyeyê kir û bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu re hevdîtin pêk anîn. Şîrovekarên siyasî amaje dikin ku li Rojhilata Navîn her dem rojeva siyasî germ e û Fransa û Tirkiye dixwazin di vê siyasetê de bandora xwe zêde bikin.

Di rewşeke wiha de serdana Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bo Bexdayê û hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî girîng tê nirxandin. Li gorî nirxandina Doç.Dr. Vahap Coşkun, di hevdîtina li gel Erdogan û Çavuşoglu de ev mijar jî hat rojevê û Tirkiye dixwaze pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re bihêztir bike.

Akademîsyen û Şîrovekarê Siyasî Vahap Coşkun ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di navbera Tirkiye û Fransayê de rikeberiyeke mezin heye. Em dizanin hem li Lîbyayê hem jî li ser deryayê her du dewlet li hemberî hevdu disekinin. Ji ber vê yekê ev hevdîtina Macron û Nêçîrvan Barzanî girîngtir tê nirxandin. Ez bawer dikim dê Nêçîrvan Barzanî vê mijarê jî li Enqereyê biaxivin.”

Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî, operasyonên Tirkiyeyê yên li hemberî hêzên PKKê li Herêma Kurdistanê zirarê dide siyaset û aborî û erdnîgariya Kurdistanê û lewra ev mijar jî di hevdîtinan de hatiye nîqaşkirin. Li gel vê yekê potansiyeleke mezin ya aborî di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de heye lê belê ji ber aloziyên li herêmê û bandora Covîd-19ê bazirganiya salane ji 14 milyar dolaran heta 7 milyar dolaran daketiye.

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Diyarbekirê Mehmet Kaya got; divê Tirkiye bizane siyaseta ku MHP destnîşan dike ji bilî zirarê tiştekî din nade Tirkiyeyê û divê Tirkiye peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re pêşvetir bibe.

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê Mehmet Kaya destnîşan kir: “Berê pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê baştir bûn û salane buhayê 14 milyar dolar bazirganî dihat kirin. Welatiyên ji bajarên Zaxo, Duhok û Hewlêrê ji bo geştên çandî û tenduristiyê dihatin bajarên wekî Diyarbekir û Mêrdîn û Dîlokê. Lê niha pêwendî di asteke jêr de ne. Tirkî jî dixwaze êdî pêwendiyên xwe pêşvetir bibe. Bi ya min ev di berjewendiyên Tirkiyeyê de jî. Divê Tirkiye derfirotina bo Herêma Kurdistan û Iraqê zêde bike.”

Nêçîrvan Barzanî herî dawî, 21ê Hezîrana 2019an de li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re hevdîtnek pêk anîbû. Lê belê ev hevdîtina niha, ji ber pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û rola Herêma Kurdistanê girîngtir tê nirxandin. Şîrovekarên siyasî dibêjin; Tirkiye dizane Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn xwedî rol û bandor e û ji ber vê yekê êdî dixwaze peywendiyên bi Kurdistanê xwe pêşvetir bibe.

Rudaw
Top