• Saturday, 07 February 2026
logo

New Zealand piştî 3 mehan mirineke ji vîrusa koronayê ragihand

Gulan Media September 5, 2020 Nûçe
New Zealand piştî 3 mehan mirineke ji vîrusa koronayê ragihand
New Zealanda piştî sê mehan mirina pêşî ya ji vîrusa korona ragihand.

Karbidestên saxlemîyê yên New Zealanda dîyar kirin ku ew nexweşê bi vîrusê jîyana xwe ji dest daye, li dora 50 salî bûye.

Li New Zealandê ji 24ê Gulanê pê ve ti mirina ji vîrusa korona çênebûbû.

Serokwezîra New Zealandê di meha Hezîranê de gotibû ku li welêt vîrusa korona bi temamî qedîyaye.

Berpirsên New Zealanda piştî 102 rojên bê pêketin, di hefteyên borî de pêketinên nû yên vîrusa korona ragihandibûn û li bajarê Auckland jinûve sînordarkirin destpê kiribûn.

Li New Zealand ya bi 5 mîlyon kes, heta niha bi qasi 1800 kes bi vîrusa korona ketine û 23 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Basnews
Top