Şewket Mela Smayîl, siyasetmedar û pêşmergeyê dêrîn: Dema neteweyek ne xwedî dewleteke serbixwe be, ziman wek sembolekê dibe nîşti
Şewket Mela Smayîl, yek ji pêşmergeyên dêrîn û kesayetiyên diyar ên Kurdistanê
ye. Di sala 1961ê de wek efserê polîs tevlî Şoreşa Îlonê bûye û heta sala 1975an
berpirsê bêtêla (wireless) baregeha Barzanî bûye. Di gotûbêja vê carê ya
«Bazneya Gotûbêjê» de (Nasyonalîzm û Îdeolojî: Pirs û Têkilî), li ser bingeha
ezmûneke mezin bi vî awayî dîtin, nerîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.
Di destpêkê de gelek spasiya Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a
Kurdistanê dikim ku ji bo vê pirsa girîng «Nasyonalîzm û Îdeolojî» em vexwendine
û ev koma siyasetmedar û kesayetiya em li hev civandine da ku bi hev re gotûbêjê
li ser bikin. Da ku em bikaribin girîngiya vê pirsê fêm bikin, min mijara xwe li
ser çend teweran dabeş kiriye:
• Di nasyonalîzma bêdewlet de ziman dibe nîştiman
Nasyonalîzma bêdewlet, proseseke siyasî ya aloz e ku tê de komek xwe wek netewe
pênase dike û xwedî ax, dîrok, ziman û bîreweriyeke hevpar e, lê bêpar e ji
deselata serweriya temam li ser cografyaya xwe û di asta navdewletî de wek
qewareyeke serbixwe nayê nûnertîkirin. Di dîtina klasîk a nasyonalîzmê de,
dewlet amrazên sereke yên avakirin û parastina neteweyê di dest de ne, wek:
sîstema perwerde û fêrkirinê, artêş û saziyên ewlehiyê, medya, zimanê fermî,
pasaport, sînorên diyarkirî, ala û sirûda nîştimanî. Lê nebûna van amrazan bi
wateya nemana neteweyê nîne, belku nasyonalîzma bêdewlet dikare bi rêya ziman,
çand, bîreweriya civakî, torên siyasî, diyaspora, edebiyat û hunerê berdewamiyê
bide nasnameya neteweyî û resen a xwe.
Di rewşa Kurdan de, nasyonalîzm tenê encama hestekî neteweyî yê dîrokî nîne,
belku berhema têkiliya navxweyî û derveyî, siyaseta helandinê, serkutkariya
dewletan û daxwaza berdewam a xwerêveberiyê ye. Di nebûna dewletê de, civak
neçar e beşek ji erkên dewletê bi şêweyê nefermî yan nîvfermî bi rêya «saziyên
cîgir» bi cih bîne; malbat û civak ziman diparêzin, rêxistinên sivîl dîrok û
çandê vediguhêzin û partiyên siyasî gotara neteweyî dadirêjin. Di dîroka Kurd
de, edebiyat, stran, folklor, helbest û vegotinên şoreşê, her tim rola arşîva
neteweyî dîtine û gelek caran helbestek yan stranek bandoreke gelek kûrtir ji
pirtûkeke fermî ya dîrokî hebûye.
Dema neteweyek axeke siyasî ya yekgirtî nebe, ziman dibe cureyek ji nîştimanê
sembolîk. Lê zimanê Kurdî bixwe ne yekdest e û cudahiya navbera şêwezarên wek
Soranî, Kurmancî, Zazakî û Hewramî, ligel nebûna sîstemekî perwerdeyî yê
yekgirtî, bûye sedema bikaranîna alfabayên cuda, zaravasaziya nakok û çênebûna
bazarekî yekgirtî yê çap û weşanê. Ji aliyekî din ve, bîreweriya civakî û
karesatên mezin ên wek kîmyabarana dirindane ya Helebçeyê, Enfal, rûxana Komara
Kurdistanê li Mehabadê û ji destdana derfetên dîplomatîk, wek tewereke sereke di
çêbûna hesta neteweyî ya hevpar a gelê bêdewlet de kar dikin.
Di cîhana hevçerx a dîjîtal de, înternet û diyasporaya Kurdî bi rêya
navdewletîkirina doza Kurd, şandina sermaye û çavkaniyên darayî bo saziyên
navxweyî, bi rêya berhemanîna naveroka medyayî û lêkolînên akademîk ên bikêr,
bihêzkirina lobiya siyasî bo mafên mirovan, û pêşxistina têkilî û nêzîkbûna
navbera parçeyan, roleke mezin di berdewamiya vê nasyonalîzmê de digêrin.
Hemdem, saziyên nîv-dewletî yên wek Herêma Kurdistanê, ku xwedî parlamen,
hikûmet, hêza pêşmerge, nûnertiya dîplomatîk û destûrekî federal e, nimûneyeke
berçav e di navbera bêdewletî û dewletdariyê de. Lê tenê hebûna saziyan ne bes
e; heke saziyên neteweyî werin hizbîkirin, gendelî û mehsûbiyet tê de be, hêzên
ewlehiyê neyên yekkirin, û deselata dadwerî ne serbixwe be, wê demê li şûna
avakirin û bihêzkirina neteweyê, dabeşbûna civakî û siyasî kûrtir dikin û
paşeroja qewareyê dixin metirsiyê.
• Nasyonalîzma Kurdî, mezlûmiyet û trajediyaya dîrokî
Gotara neteweyî ya Kurdî, bi şêوەyeke bihêz li ser ezmûna dîrokî ya zilm û
bêmafiyê hatî avakirin. Kurd di çarçoveya çar dewletên herêmê de bi şêweyên
cuda, rûbirûyî siyaseta yekdestkirina neteweyî, qedexekirin yan sînordarkirina
ziman, înkarkirina nasnameyê, guhartina navên cihan, koçberkirina bi darê zorê,
tundûtûjiya leşkerî, ji navbirina saziyên siyasî, û komkujî û paktawa demografî
bûye. Ji vir ve, çemkê «mezlûmiyetê» di gotara Kurdî de sernavê ezmûneke rastîn
e. Lê kêşe ji wê demê dest pê dike dema ku ev mezlûmiyet ji çavkaniyeke moralî û
dîrokî ve, diguhere bo tekane bingehê pênasekirina nasnameyê û pratîkkirina
siyasetê.
Ev gotara li ser mezlûmiyetê hatî avakirin, di çend aliyan de karê erênî dike:
Yekem, bîreweriya civakî diparêze. Duyem, hesteke hevpar a nîştimanî di navbera
kesan de çêdike. Sêyem, rewayiyê dide daxwazên siyasî. Çarem, dibe sedema
parastina nasname û çandê.
Tevî van aliyên erênî, gotara mezlûmiyetê metirsiyên kûr jî bi xwe re tîne.
Yekem, neteweyê dixe nav xefka «qurbaniya herdemî» de, dema pênaseya me tenê di
çarçoveya «çi bi serê me anîne» de kurt dibe û pirsa bingehîn a «em çi ava
dikin» tê piştguhxistin. Duyem, ev gotar rexneya navxweyî peyda nake û carinan
rexnekirina partî, serkirde yan deselata Kurdî wek xiyanet yan lawazkirina eniya
navxweyî tê hesibandin, ku ev jî dibe hincetek bo sergirtina gendeliyê û nebûna
şefafiyetê. Sêyem, her şikesteke navxweyî bi pîlanên derveyî ve tê girêdan, ku
ev rêgir e li ber fêrbûna siyasî û çaksaziya rastîn.
• Karîna nasyonalîzma Kurdî û modela siyasî ya modern
Pirsîna li ser karîna tevgera nasyonalîzma Kurdî bo avakirin û pêşkêşkirina
modelekî siyasî yê modern, bersiveke aloz dixwaze. Ji aliyekî ve, ezmûna
federalî ya Herêma Kurdistanê wek fermîtirîn qewareya siyasî ya Kurdî kariye
hinek destkeftên neteweyî bi dest bixe: parlamen, hikûmeta xwemalî, fermîkirina
zimanê Kurdî, geşeya xwendina bilind. Lê ligel van jî, model ji destê
hizbîkirina kûr a saziyên nîştimanî, dabeşbûna hêzên çekdar, aboriya rentier a
pişt bi neftê girêdayî, lawaziya sektora taybet û pirsa gendeliyê dinalîne.
Ji bo çûna nav qonaxeke pêşketî, pêwîst e nasyonalîzma Kurdî ji çemkê teng û
regezî (etnîkî) ber bi modela medenî û hevwelatiya giştgir ve gavan biavêje.
Projeya neteweyî nabe tenê di dirûşma dewletbûnê de asê bimîne, belku divê bi
pratîkî bersiva kêşeya jiyana xelkê bide; bi rêya çaksaziya perwerdeyê,
bihêzkirina aboriya nîştimanî, afirandina kar bo ciwanan, bihêzkirina pêgeha
jinan û dabînkirina dadperweriya civakî.
• Qedera jeopolîtîk a çar parçeyên Kurdistanê
Dabeşbûna cografî û siyasî ya Kurdistanê bi ser çar dewletên cuda de, bandoreke
kûr li ser şêwaza darêştina gotara siyasî ya Kurd kiriye û her tim wek rêgirekî
sereke li beravakirina stratejiyeke neteweyî ya yekgirtî maye. Her parçeyek di
bin bandora sîstemeke cuda de geşe kiriye. Bo nimûne, li Başûr milmilanê zêdetir
li dora federalîzm, budçe û neftê ne; li Bakur pirsa nasname, ziman û
demokratîzekirinê ye; li Rojhilat mafên federalî di çarçoveya dewleteke navendî
ya bihêz de; li Rojava dabînkirina hevwelatiyê û sîstema xwerêveberiyê tewerên
sereke ne.
Nebûna saziyeke neteweyî ya rewa û serbixwe ya hevpar, wek parlameneke hevpar
yan dadgeheke nîştimanî, bûye sedem ku tu navendeke giştgir nebe ku baweriya
hemû partî û cemawerê parçeyan bi dest bixe.
• Zalbûna berjewendiya hizbî bi ser xewna neteweyî de
Têkiliya navbera berjewendiyên herêmî û xewna mezin a neteweyî her tim aloz
bûye. Di gelek qonaxan de, pêşxistina berjewendiya teng a hizbî, malbatî yan
herêmî, derbeke mezin li doza hevpar a nîştimanî daye. Nebûna dengekî yekgirtî
di asta navdewletî de, pêgeha dîplomatîk lawaz kiriye.
Gotara nû ya pir-parçeyî pêwîstiya wê bi yek partî yan yek îdeolojiya hevpar
nîne. Belku pêwîst e xewna giştî ya neteweyî bibe çarçoveyeke bilind bo
hevahengkirina berjewendiyên herêmî û rêzgirtin li taybetmendiyên cuda.
• Darêştina mîsaka mafê çarenivîsê
Veguhestina pirsa Kurd ji çemkê yeksaniyê ber bi «yekgirtûyî di cudahiyê de»,
pêwîstî bi têgihîştineke kûr heye. Divê mîsakeke neteweyî li ser bingeha
demokrasî, azadî, mafê çarenivîsê, yeksaniya zayendî, serxwebûna dadgeh û
medyayê were darêştin.
Hevdem, avakirina fezayeke çandî û zanistî ya hevpar bi rêya akademiya ziman,
yekkirina zaravayan û afirandina arşîva dîjîtal, nasnameya neteweyî bihêztir
dike. Herwiha, veguhestina nasyonalîzmê ji «siyaseta bîrewerî û qurbanîbûnê» ber
bi «siyaseta karîn-saziyê» (empowerment) pir girîng e.
Ezmûna dîrokî nîşan daye ku nasyonalîzma Kurdî di nebûna dewletê de jî dikare
nasnameya xwe biparêze. Belku tenê manebûn bes nîne; paşerojeke şayiste pêwîstî
bi veguhestineke bingehîn heye: Ji serkirde-mihweriyê ber bi saziybûnê, ji
nasyonalîzma regezî ber bi nasyonalîzma medenî, û ji aboriya rentier ber bi
sîstemeke berhemhêner û pêşketî. Tenê bi van guhartinan, tevgera neteweyî dikare
bibe bersivderê daxwazên gelê me.
