• Wednesday, 22 July 2026
logo

Şwan Mihemed, endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Kedkarên Kurdistanê: Nasyonalîzm parêzerê hebûna Kurd bûye, lê armanca stratejîk hewceyî gotareke neteweyî ya hemdem e

Şwan Mihemed, endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Kedkarên Kurdistanê: Nasyonalîzm parêzerê hebûna Kurd bûye, lê armanca stratejîk hewceyî gotareke neteweyî ya hemdem e

 

 

Şwan Mihemed, endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Kedkarên Kurdistanê ye û yek ji
wan siyasetmedaran e ku her dem li ser pirsên taybet bi ax û nîştiman, nêrînên
wî yên taybet hene. Di gotûbêja vê carê ya «Bazneya Gotûbêjê» de (Nasyonalîzm û
Îdeolojî: Pirs û Peywendî), bi vê şêweyê dîtin û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Beşdarîkirin di vê celebê panel û gotûbêjan de, derfetekî bihagran e bo
peguherîna dîtgeh û baldariyan li ser pirsên çarenivîssaz. Her dem guncawtir e
ku ev celeb civîn ji şêwaza xwendina deqên amadekirî û hişk dûr bikevin û bêtir
ber bi gotûbêjeke zindî, vekirî û kûr ve biçin, ji ber ku bi rêya diyaloga
rasterast aliyên nenas ên babetan ronîtir dibin û bîr û ra bi şêweyekî bihostir
digihîjin. Di vê çarçoveyê de, du babetên sereke û girîng hene ku peywendiyeke
tund û diyalektîkî di navbera wan de heye, bi cureyekê ku bandora rasterast û
dualî li ser hevdu hene û hevdem kar dikin ser pêgeha Kurd, erdnîgarî û rewşa
jeopolîtîk a Kurdistanê li navçeyê. Yek ji van babetên sereke pirsa nasyonalîzmê
ye, ku her çend ji aliyê pispor û lêkolîneran ve pênase û şîroveyên cuda bo
hatine kirin, lê pêdivî ye ji goşeyeke taybet ve bal bikişînin ser, ku ew jî
nasyonalîzma Kurdî ye wek nasyonalîzmeke bêdewlet.

Gava em behsa erdnîgariya Rojhilata Navîn dikin, em dibînin ku Kurd li rex
çendîn neteweyên xwedî qeware û desthilat ên wekî Ereb, Tirk û Fars dijîn.
Bêguman her yek ji van neteweyan xwedî nasyonalîzma taybet bi xwe ne, lê
cudahiya cewherî li vir e ku nasyonalîzma gelên serdest, nasyonalîzmeke dewletî
ye ku piştgir e bi hêz, artêş, sazî û çavkaniyên darayî, û bi berdewamî di
hewildana çewsandin û jêbirina nasnameyên lawekî de bûne. Di beramber de,
nasyonalîzma Kurdî, nasyonalîzmeke bêdewlet e ku di rewşeke milmilanêya dijwar û
nehevseng de ligel nasyonalîzmên desthilatxwaz, karîbûye bi şêweyekî xweragirane
û şêlgirane berevaniyê di hebûn û nasnameya xwe de bike. Ev nasyonalîzm zêdetir
xisleteke berevanîkarane hebûye bo rêgirtin ji helîna neteweyê di nav bûtêya
neteweyên serdest de.

Ji nêrîneke dîrokî ve, erka sereke ya nasyonalîzma Kurdî di rabirdûyê de
parastina manê bûye; ew tiştê ku me di edebiyata siyasî ya xwe de nav lê kiriye
"xebata rizgariya nîştimanî", di rastiyê de hewildanek bûye bo rizgarbûn ji
jêrdestiyê. Mixabin, tevî hemû qurbaniyan, Kurd hîna di parçeyên cuda de
negihîştiye qonaxa dawî ya xebata rizgariya nîştimanî, ku xwe di bidestxistina
serwerî û damezirandina dewleta serbixwe de dibîne. Di dawiya sedsala 19an û
seretaya sedsala 20an de, gava împaratoriyên mezin hilweşiyan û netewe bûn xwedî
dewletên neteweyî yên xwe li ser bingeha ziman, erdnîgarî û çandê, Kurd ji vê
proseya dîrokî bêbeş hate kirin. Ev bêbeşbûn bû sedem ku proseya nasyonalîzma
Kurdî heta niha jî bi natemamî bimîne û negihîje armanca xwe ya dawî ku
dewletbûn e.

Yek ji stûnên sereke yên parastina nasyonalîzma Kurdî, parastina ziman bûye.
Ziman pênaseya sereke ya nasnameya neteweyî ye, lê ji ber nebûna dewleteke
neteweyî ku parastina ziman bike, zimanê Kurdî rûbirûyî êrîş û guşara berdewam a
helandinê (asîmîlasyonê) bûye. Bandora zimanê neteweyên serdest, bi taybetî
zimanê Erebî, ewqas bihêz bûye ku bi şêweyekî bêagahane rengvedana xwe li ser
axaftina me ya rojane kiriye. Bo nimûne, li navçeyeke wekî Kerkûkê ku pirçand û
pirziman e, zalbûna zimanê Erebî bi cureyekê ye ku heta kesên ku baweriya wan a
tam bi nasyonalîzma Kurdî heye, di dema axaftinê de bi şêweyekî bêîradî û naxwaz
komek peyv û zaravên Erebî bikar tînin; ev nîşaneke zelal a wê guşara çandî û
zimanzanî ya berdewam e ku li ser zimanê me heye.

Ji bilî vê jî, yek ji kêmûkurtiyên niha yên nasyonalîzma Kurdî ew e ku cureyek
ji sarbûnê, yan jî giringînedan bi zimanê dayikê tê dîtin û hewildan bo
bikaranîna zimanên din di pêşîneyê de ye. Zimanê Kurdî zimanekî dewlemend û
xwedî reh û rîşaleke dîrokî ya bihêz e, ku xwedî hemû bingeh û regezên zimanzanî
ye bo derbirîna bîrkirin û zanistan. Hebûna diyalekt û zaravayên cuda, ne ku
tenê lawazî nîne, belku dewlemendiya ziman nîşan dide, ku bi hev re zimanekî
mezin û yekgirtî temam dikin. Ji ber wê, piştguhkirina zimanê Kurdî û penabirin
bo zimanên din, kêmasiyeke mezin e di proseya geşepêdana hişyariya neteweyî de.

Hevşaniyê ziman, faktora erdnîgariyê jî her dem di bin gefên cidî de bûye.
Nasyonalîzma Kurdî di her çar parçeyên Kurdistanê de (Bakur, Başûr, Rojhilat û
Rojava) berdewam di bin hegemonyayê û êrîşên neyaran de bûye, ku armanca wan
guhertina demografya û dabeşkirina zêdetir a erdnîgariya Kurdistanê bûye.
Parastina ax û erdnîgariyê beşeke veneqetandî bûye ji xebata nasyonalîzma Kurdî.
Di encam de, em dikarin bibêjin ku nasyonalîzma Kurdî tevî hemû asteng û
kêmûkurtiyên navxweyî û derveyî, wek qelxaneke berevaniyê bo parastina hebûna
Kurd, herî kêm li ser asta çand û ziman û erdnîgariyê maye, lê gihîştin bi
armancên stratejîk hewceyî daristina gotareke neteweyî ya hemdem e, ku bikaribe
rûbirûyî tehediyên jeopolîtîk ên navçeyê bibe.

Erdnîgariya Kurdistanê di dirêjiya dîroka hemdem de, her dem di bin kartêkirin û
hegemonyaya giran a nasyonalîzma neteweyên serdest ên derdorê de bûye. Di sed û
çend salên borî de, pirsa parastina vê erdnîgariyê tewerekî sereke yê xebata
gelê Kurd bûye; xebatek ku tê de rûbarek ji xwînê rîjiye û qurbaniyên bêhejmar
hatine dan, tenê bo wêya qeware û nasnameya axa xwe biparêze. Lê tevî vê hemû
qurbanîdan û têkoşîna berdewam, di piraniya qonaxan de hevkarî û hevokên siyasî
bi şêweyekî bûne ku neteweyên serdest hikumê vê axê kirine û nehiştine Kurd bi
xwe biryarderê çarenivîsa xwe be. Ev rewş ne ku tenê bandora wê li ser aliyê
siyasî û erdnîgarî hebûye, belku rengvedaneke giran li ser jêrxana çandî ya
nasyonalîzma Kurdî bi cih hiştiye.

Çand her dem wek yek ji hîmên herî bingehîn ên nasyonalîzmê û parastina
nasnameya neteweyî tê dîtin, ku ziman, dab û nêrît û cilûberg giringtirîn
regezên wê pêk tînin. Di bin bandora hegemonyaya neteweyên serdest de, ev aliyê
çandî jî tûşî paşekşê bûye. Bo nimûne, gava em li Bakurê Kurdistanê dinêrin, li
bajarên dîrokî yên wekî Amed û Wanê, cilûbergên resen ên Kurdî ku sîmboleke
diyar a nasnameyê ne, pir bi kêmî di jiyana rojane de li ber tên kirin. Li
Başûrê Kurdistanê jî, li cihê pirçand û hestiyar ê wekî Kerkûkê, em dibînin
rêjeyeke berçav ji hevwelatiyên Kurd "dîşdaşe" (ku cilûbergê bavê yê Erebî ye)
li ber dikin. Ev guhertina di poşak de, derbirîna cureyek ji kêmkirina şiyana
nasyonalîzma çandî ya me dike, di beramber mijîna çandî ji aliyê neteweya
serdest ve, ku di encam de bandorê li ser hestê neteweyî yê nifşên nû dike.

Ligel van hemû guşarên derveyî û paşekşên çandî jî, aliyekî erênî û bihêz heye
ku rêgir bûye ji helîna yekcarî, ew jî hebûna "hesta hevpar" e di navbera takên
vê gelê de. Ev hesta hevpar û ew peywendiya ruhî û neteweyî ya nepçiriyayî neba
ku wisa kiriye Kurd li her parçeyekî vê nîştimanê be, di xerîbî û di dûrî de jî
be, rasterast hevdu binasin û azarên hevdu bi yên xwe bizanibin. Ev hest bûye
sedem ku gava li Rojavayê Kurdistanê êrîş û metirsî çêdibin, li Kerkûkê xelk
dirijin ser şeqaman bo piştevaniya wan. Dîrok şahîd e ku di dema şoreşan de,
parçeyên cuda havkariya hevdu kirine, heta gava vê havkariyê metirsiya mezin li
ser bixudî şoreşê û serkirdayetiyê jî dirust kiriye. Di demekê de ku li Başûrê
Kurdistanê karesata kîmyabarana Helebceyê rû dide, li Rojava helbestvan bi kûl û
bi azar helbestan bo Helebceyê dinivîsin. Ev belgeya zindîbûna wê hesta hevpar e
ku sînorên destkird nikarin ji nav bibin. Lê li rex vê hesta nîştimanî ya bihêz,
diyardeyeke tal û ziyanker heye ku dîroka nasyonalîzma Kurdî pê ve dinale, ew jî
kêşeya navxweyî û hebûna berdewam a "hêla îxanetê" ye. Ev hêla lader ji armancên
neteweyî, dîrokeke kevn heye û di serdemê mîrnişînên Kurdî de, wek ku di pirtûka
"Şerefname" de hatî tomarkirin, milmilanêya navxweyî û karkirin li dijî
berjewendiya giştî hebûye. Mixabin ev hêl di rabirdû de kêm bandor nebûye û di
demên hestiyar de derbên kujer li bizava rizgarîxwaza Kurd daye, heta di vê
serdemê de jî ku serdemê pêşketina teknolojî û hişmendiya destkird e, hîna ev
diyarde (hêla îxanetê) bi şêweyan cuda û jêrperde bi zindî maye.

Bo têgihîştin ji sedema manê vê hêlê, mirov dikare amaje bi aliyê komelayetî û
aborî bike. Gava di komelgeyê de berawirdiyek tê kirin di navbera kurê
pêşmergeyekî nîştimanperwer ku di lûtkeya hejarî û nebûnê de dijî, û di beramber
de kurê kesekî hevkar ligel dagirkeran (caş) ku di lûtkeya xweşguzeranî û
refahiyetê de ye, cudahiyeke mezin a maddî dertê holê. Ev nehevsengî bo kesên ku
asta hişyariya wan a neteweyî bi wê radeyê bihêz nîne, dibe handanek bo wêya
rêya hêsan û maddî hilbijêrin, heta eger li ser hesabê ziyandayin bi neteweya
wan be jî. Ev cudahiya maddî wisa kiriye, hêla nîştimanfiroşiyê bi dirêjiya
dîrokê wek amrazekî bihostir bi destê neyarên Kurd ve bimîne.

Ji aliyekî din ve, gava em li peywendiya navbera îdeolojî û Kurdan dinêrin, em
dibînin ku Kurd her dem ketiye bin bandora wan îdeolojiyên ku ji derve hatine,
yan bi ser de hatine ferzkirin; ji dînê Îslamê ve ku çendîn sedsal e di nav
komelgeya Kurdî de reh avêtiye, heta bîrûbawerên çep û marksîzm û alîgiriya ji
bîrên îdeolojîk ên Rojava. Di demekê de ku piraniya van îdeolojiyan bi navê
rizgarî û dadperweriyê hatine, lê gelê Kurd di bin sîwana hîç ji van bîrûbaweran
de nekariye bigihîje armanca xwe ya dawî ku serbixweyî û rizgariya nîştimanî ye.
Pir caran ev îdeolojî di şûna ku bibin sedema yekrêziyê, bûne sedema lêktrazan û
dûrketiün ji stratejiyeke neteweyî ya yekgirtî. Lewma, hêviya sereke ew e ku di
paşerojê de hişyariyek dirust bibe ku bikaribe ji cîhanbînî û îdeolojiyên cuda
bi şêweyekê sûd werbigire ku xizmetê ji doza rewa ya Kurd û gihîştin bi armancên
neteweyî re bike, ne ku Kurd tenê bibe qurbaniya îdeolojiya hawirdekirî (ji
derve hatî).

Top