Iraqê hişyarî da: Rewşa tendirustiyê ji kontrolê derket
Di daxuyaniyekê de Wezareta Tendirustî û Jîngehê ya Iraqê hişyarî dide ku rewşa tendirustiyê ji kontrolê derketiye û dibêje: “Tevî ku her dem bangî panbendbûna rêkarên xweparêziyê tê kirin, her roj amarên herî bilind ên pêketina koronayê têne tomarkirin, ev jî ji ber wê yekê ye ku piraniya welatiyan pabendî rêkaran nabin.”
Ev di demekê de ye ku duh roja înê 4ê Îlona 2020an, zêdetirî 5 hezar pêketiyên nû yên vîrûsa koronayê (Covid-19) li Iraqê hatin tomarkirin, di nav 24 demjimêran de jî 84 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor amarên herî dawî, heta niha 252 hezar û 75 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine, ji wê hejmarê jî 7 hezar û 359 kesan canê xwe ji dest dane û 191 hezar û 368 kes jî baş bûne.
K24
