• Wednesday, 22 July 2026
logo

Dr. Mihemed Seyîd Nûrî Bazyanî, endamê mekteba siyasî ya Bizûtneweya Peywendiya Îslamî: Nasyonalîzm îdeolojiyeke siyasî û civakî ye ku neteweyê wekî bingeha sereke û rewa ya birêxistinkirina siyasî dadnêre.

Dr. Mihemed Seyîd Nûrî Bazyanî, endamê mekteba siyasî ya Bizûtneweya Peywendiya Îslamî: Nasyonalîzm îdeolojiyeke siyasî û civakî ye ku neteweyê wekî bingeha sereke û rewa ya birêxistinkirina siyasî dadnêre.

 

 

Dr. Mihemed Seyîd Nûrî Bazyanî, endamê mekteba siyasî ya Bizûtneweya Peywendiya
Îslamî ye û yek ji siyasetmedarên navdar ên Kurdistanê ye. Di kabîneya sêyem a
Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê bûye. Her wiha
yek ji wan akademîsyen û lêkolîneran e ku xwediyê çendîn pirtûk û lêkolînên
zanistî ye. Di gotûbêja vê carê ya «Bazneya Gotûbêj» de bi navê (Nasyonalîzm û
îdeolojî. Pirs û Têkilî), bi vî rengî nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan. Hemd ji Xwedayê alemê re, selat û selam li ser
Pêxemberê rehmê û malbat û sehabeyên wî bin.

Di destpêkê de sipas bo vê derfetê ku em hemû bi hev re kom bûne û gotûbêjê li
ser vê pirsa girîng «Nasyonalîzm û îdeolojî. Pirs û Têkilî» dikin. Lewma ez wek
akademîsyenek dixwazim ji dîroka serhildana vê têgehê (çemkê) dest bi babetê
bikim.

Piştî Şoreşa Fransî ya sala 1789an û hevdem ligel serhildana Şoreşa Pîşesazî,
cîhan bû şahidê guherîneke bingehîn û kûr di fîkrê siyasî û pêkhateya civakî de.
Di vê qonaxa nû ya dîrokê de, çemkê «netewe» wek çavkaniya sereke ya desthilat û
rewabexşîna bi dewletê derket. Ji vir ve nasyonalîzm bû yek ji îdeolojiyên herî
bibandor û diyar ên cîhana hevçerx, ku nexşeya siyasî ya cîhanê ji nû ve kêşaye.

Ji bo têgihiştina vê diyardeyê, pêdivî ye di destpêkê de pênaseyek zelal ji bo
çemkan bikin, ji ber ku nasyonalîzm xwediyê xwendin û pênaseyên cuda ye. Bi
şێweyeke giştî, nasyonalîzm îdeolojiyeke siyasî û civakî ye ku neteweyê wek
bingeha sereke û rewa ya birêxistinkirina siyasî dadnêre û tekezî li ser mafê
parastina nasname, ziman, çand û diyarkirina çarenivîsa gelan dike. Ji nêrîna
bîrmendên siyasî ve, nasyonalîzm prînsîbeke siyasî ye ku pêdagiriyê li ser
pêdiviya yekbûna sînorên siyasî yên dewletê ligel sînorên mirovî yên neteweyê
dike. Ji bilî vê, hinek ji zanyarên wek «Benedict Anderson» neteweyê wek
«civakeke xeyalkirî» pênase dikin; bi wê wateyê ku endamên neteweyekê her çend
piranî di rastiyê de hevdu naxwazin, lê hest bi girêdayîbûn û hevbeşiyeke kûr di
navbera xwe de dikin. Ev nêrîn di rastiya kurdî de bi zelalî reng vedide, gava
takên neteweyekê li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava hevdu naxwazin, lê xwedî
xewn û xeyaleke hevbeş in bo parastina ziman, hebûna kiyaneke siyasî û pêkanîna
dewleteke serbixwe.

Li aliyekî din, îdeolojî bi kurtî pêk tê ji sîstemeke fîkrî û komek nirx, bawerî
û bîrobokan ku armanca wan şirovekirina rastiya civakî û diyarkirina armancên
siyasî ye, her wiha nexşerêya gihîştina bi wan armancan jî diyar dike. Têkiliya
nêvbera nasyonalîzm û îdeolojiyê di zanista siyasî de têkiliyeke organîk û kûr
e. Bi vî rengî nasyonalîzm wek yek ji îdeolojiyên sereke tê hesibandin. Ev
têkilî wek têkiliya «beş bi gişt» e, yanî her nasyonalîzmek di naverokê de
îdeolojiyek e, lê her îdeolojî nasyonalîzm nîne. Bo nimûne, îdeolojiya
Marksîst-Lenînî milmilaneya çînayetî dixe pêş pirsa neteweyî, bi vê yekê pirsa
neteweyê dihelîne.

Ev îdeolojî li gorî dem û cîh şêvazên cuda bi xwe ve ditiye, wek: nasyonalîzma
medenî, nasyonalîzma regezî, çandî, rizgarîxwazî û nasyonalîzma olî. Li vir
dikare were gotin ku cudahiya ziman û neteweyan ji nêrîna ola Îslamê ve jî wek
diyardeyeke xwezayî û nîşaneyeke xwedayî hatiye dîtin, ne wek sedemek bo
baladestiya regezekê bi ser yekî din de. Xwedayê Mezin di Qurana Pîroz de di
sûreya Rûm ayeta 22yan de difermûye: «Wemîn ayatihî xelqusematî wel-erd
wextîlafî elsînetîkum we elwanîkum...» (Yek ji nîşaneyên wî afirandina erd û
ezmanan û cudahiya ziman û rengên we ye).

Her wiha bo tekezîkirin li ser wê yekê ku firehiya neteweyî pêdivî ye bibe
sedema naskirina hevdu û pêkvejiyanê, di sûreya Hucurat ayeta 13an de hatiye:
«Ya eyyuhennasu inna xeleqnakum mîn zekerîn we unsa we cealnakum şuûben we
qebayîle lîteara fû...» (Gelî mirovan, me hûn ji nêr û mêyekê afirandin û me hûn
kirin gel û qebîle da ku hûn hevdu binasin). Ev ayetên pîroz diselmînin ku
parastina nasnameya neteweyî û ziman ne tenê mafekî xwezayî ye, belku beşek e ji
qanûnên afirandinê.

Dema em li aliyên erênî yên nasyonalîzmê dinêrin, em dibînin ev îdeolojî rolek
sereke dileyîze di bihêzkirina nasnameya neteweyî û duristkirina yekgirtûyiya
siyasî di navbera pêkhateyan de. Di rastiya kurdî ya îro de, nebûna vê
yekgirtûyiya siyasî bi zelalî tê hîskirin. Nasyonalîzm palnerek bihêz e bo
piştgirîkirina tevgerên rizgarîxwazî û serbixwebûna gelan bi şêvazekî yasayî û
hevseng, bêyî têketina di destwerdana neyênî di karûbarên welatên din de ku bibe
sedema lawazkirina pêgeya navdewletî. Her wiha parastina ziman û çandê ku
nasnameya rastîn a her neteweyekê ne, di navenda vê fîkrê de ye û alîkar e di
geşepêdan û avakirina dewleteke modern li ser bingeha pêşkeftinê.

Ligel wê jî, nasyonalîzm aliyê tarî û neyênî yê xwe jî heye. Teisûb (fanatîzm) û
tundrewiya neteweyî yek ji metirsîdartirîn encamên vê fîkrê ye dema ku ji rêçika
xwe ya mirovî dertê. Dîrokê nîşan daye ku nasyonalîzma radîkal, wek ya ku li
Almanyaya Nazî bi serokatiya Hîtler rû da, dibe sedema hilgirsana cenga cîhanî û
kavilkarî. Her wiha cudakarî dijî kêmnetewe û olên din di nav nîştiman de (wek
welatiyên Êzidî, Tirkmen û Ereb li Kurdistanê) ziyaneke kûr bi pêkhateya civakî
digihîne. Duristbûna milmilanê û şerên navxweyî û nijadperestî ji diyardeyên
neyênî yên herî belav in. Bo nimûne, rejîma berê ya Beis li Iraqê bi hinceta
nasyonalîzma erebî, tawanên mezin ên wek Enfal û kîmyabarana Helebce, teerîb û
tehcîra bi zorê dijî gelê Kurd encam da. Ev cure teisûbê, ne tenê ziyanê bi
gelên din digihîne, belku hevkarî û pêwendiyên navdewletî jî lawaz dike. Lewma
hevsengkirina fîkrê neteweyî bi nirxên mirovî û exlaqî, yekane rê ye bo dûrketin
ji van metirsiyan.

Pêdivî ye di destpêkê de amaje bi wê rastiya girîng bikin ku ola pîroz a Îslamê
cudahiyeke zelal û bingehîn di navbera xweşewîstiya xwezayî bo nîştiman û
parastina nasnameya neteweyî, ligel demargirî û nijadperestiya neteweyî dike. Ev
cudakarî di dîtina Îslamê de pêgeheke taybet heye. Xwedayê Mezin di Qurana Pîroz
de li ser vê yekê dibêje: «Ya eyyuhennasu inna xeleqnakum mîn zekerîn we unsa...
inna ekremekum îndellahî etqakum» (Hucurat: 13). Ev deqê pîroz prînsîbeke mirovî
ya giştgir pêşkêş dike; dema tekez dike ku yê herî birêz li cem Xwedê, yê herî
bi teqwa ye. Li vir gotar ne taybet e bi neteweyek diyarkirî wek ereban, belku
berê wê li hemû mirovahiyê ye. Armanc ji hebûna van cudahiyên çandî û regezî
tenê naskirina hevdu û temamkeriya civakî ye, ne milmilanê û qirkirina hevdu.

Eger em bi hûrbînî li deqên Quranê binêrin, em dibînin çemkê «Qewm» bi hemû
hevwateyên xwe 383 caran hatiye dubarekirin. Ev fireçeşnî nîşana danpêdana
Quranê ye bi hebûna gelan. Di vê çarçoveyê de, Pêxemberê Ezîz (s.av) her tim
tekezî li ser biratiya mirovî kiriye.

Yek ji delîlên din ên Quranî li ser danpêdana bi pirsa neteweyî û zimanên cuda,
şandina pêxemberan e bi zimanê gelê wan bi xwe, wek ku di vê ayetê de hatiye:
«We ma erselna mîn resûlîn îlla bîlîsanî qewmihî lîyubeyyîne lehum»
(Îbrahîm: 4).

Heta di dîroka pêxemberan de, dema behsa hezretî Nûh tê kirin, Qurana Pîroz
diayên wî pêxemberî bo me vediguhêze. Piştre keştî li ser çiyayê Cûdî disekine:
«Westewet ela el-Cûdîy» (Hûd: 44). Peyva «Cûdî» di zimanê erebî de bi wateya
«axeke bexşinde û bi pît» tê (erd معطاة), ku xwedî xêr û bereketa zêde ye. Ev
navçeya cografî ya pîroz, di dîrokê de bûye landika neteweyê mezlûm ê Kurd. Lê
tevî vê xêr û bereketa xwezayî, ev netewe ji aliyê dîrokî ve rûbirûyî êş û
nehaqiyeke zêde bûye û kêm caran aramî bi xwe ve ditiye.

Di dawiyê de, em dikarin bibêjin: Nasyonalîzm yek ji îdeolojiyên herî bibandor
ên serdemê ye. Nirxandina vê îdeolojiyê pêdivî bi cudahiyeke hûr heye. Eger
nasyonalîzm li ser bingeha dadperwerî û mafê welatîbûnê û rêzgirtin li mafên yên
din were avakirin, wê bibe sedemeke erênî bo yekgirtûyî û geşekirina civakê. Ji
ber ku mirov mafê xwe dixwazin bêyî ku destdirêjiyê bikin ser mafê neteweyên
din. Lê eger ev çemk ji sînorê xwe yê xwezayî derkeve û bibe demargiriya kor,
bêguman dibe çavkaniya nakokî, şer û nearamiyê di navbera mirovan de.

Top