P.D. Nezaket Husên, endama Bazneya Gotûbêjê: Kes wekî Kurd nebûye xwediyê nasyonalîzm û îdeolojiyeke rast
P.D. Nezaket Husên, endama Bazneya Gotûbêjê: Kes wekî Kurd nebûye xwediyê
nasyonalîzm û îdeolojiyeke rast
P.D. Nezaket Husên, endama Bazneya Gotûbêjê û endama Beşa Rewşenbîrî û
Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye û mamosteya Zanîngeha
Silêmaniyê ye. Di gotûbêja vê carê ya «Bazneya Gotûbêjê» de bi navê (Nasyonalîzm
û Îdeoloji: Pirs û Peywendî), bi vî rengî nêrînên xwe anîn ziman:
Heke em li her du têgehên nasyonalîzm û îdeolojiyê binêrin û dakevin nav civaka
kurdî, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê, em dibînin ku Kurd xwedî bîreke
nasyonalîst a rast û îdeolojiyeke guncaw ji bo civakê bûne. Lê belê niha rewş di
çi astê de ye û em li ku derê ne? Bandorên ji bo jêbirin û beralîkirina vê
îdeolojî û bîra rast a xumalî (lokal) çi ne?
Destpêkê, heke em li xwezaya rastîn a nasyonalîzmê binêrin, em dibînin ku
berovajî wê yekê ye ku mixabin di piraniya civakan de tê sepandin. Nasyonalîzm
yanî hezkirina "yê din" û girîngîdan bi yê din, û hezkirina kesên dervayî xwe;
ew kesên ku xerîb in û di warê nijad, ol, zayend, ziman an neteweyê de ji te
cuda ne. Nasyonalîzm bêyî hezkirin û rêzgirtina li yê din nayê cih, lê mixabin
carinan nasyonalîzm ber bi kîn û nefretê ve diçe li hemberî kesên cuda.
Yuval Noah Harari, fîlozofê navdar dibêje: «Nasyonalîzm wekî xwezaya xwe ya
rastîn bi hezkirin û rêzgirtina li dervayî xwe pêk tê, ne bi kîn û dijminatiyê.
Belku carinan nasyonalîzm dihêle ku tu qurbanî bidî ji bo yên din, wekî ku tu
bacê didî da ku kesên din di welat de xizmetguzariyên herî baş ên perwerde û
tendurustiyê werbigirin».
Heke em li xwezaya civaka kurdî li Başûrê Kurdistanê binêrin, di terîqetan de ev
bîr bi ciwanî reng dabû, bi taybetî di Terîqeta Neqşîbendî û Dibistana Barzanî û
Tekiyeya Barzan de. Li wir bîra nasyonalîstî bi şêweyekî dihate meşandin ku hemû
netewe wekî hev girîngî û rêz didîtin. Di heman demê de, heke îdeolojî
xwedîderketina li dîtin û ramanekê be ji bo jiyan û xwedaperestiyê, di nav
Terîqeta Neqşîbendî û Tekiyeya Barzan de bîreke olî dihate peyrewkirin ku
xwedaperestî, nîştimanperwerî û nasyonalîzm bi hev ve girê dabûn. Bi vî awayî
xwezayek ji bo civaka kurdî dabû avakirin ku mirov dikaribû hem xwedaperest be,
hem nasyonalîst be, û di heman demê de ji netewe û olên din jî hez bike û rêzê
lê bigire.
Hemû terîqetên civaka kurdî (Neqşîbendî, Berzincî, Qadirî û hwd.), xaneqa,
tekiye, mizgeft û hucreyan li gel bîra nasyonalîstî ya rast bi hev re kar
dikirin. Kêşeya nasyonalîstî û olî di wê serdemê de tune bû, lê di beramber de
nasyonalîzma Erebî, Tirkî û neteweyên din bi rêya kîn û jêbirinê (tunekirinê)
dijminatiya civaka kurdî dikirin.
Em heta demeke dirêj bi vê rêya rast a îdeolojî û nasyonalîzma kurdî pir bi
ciwanî bi rê ve çûn û hewcedariya me bi tu îdeolojî û bîreke hawirde (ji derve
hatî) nebû. Mixabin bi hatina bîrên hawirde, ji bîra Çep bigire heta Îslama
Siyasî, yek li pey yekê kar kirin ku vê xwezaya ciwan a nasyonalîzma kurdî jê
bibin û kîn û perçebûnê di nav de biçînin. Wan kar li ser şikandina kesayetiyên
olî û neteweyî yên nav xaneqa û terîqet û rewtên olî yên xumalî (wekî sofî û
derwêşan) kir.
Bîra hawirde, çeprewî û Îslama tundrew ku ola paqij a Îslamê bi nasyonalîzma
Erebî û biyanî re têkel kiribûn, xwestin wê rewt û îdeolojiya xumalî ya kurdî ji
holê rakin. Ji ber wê ye ku îro civaka me mixabin gihîştiye astekê ku her rewt û
bîreke wekî Îxwanî, Sosyalîstên hawirde, Selefî û çendîn bîrên biyanî me
dadipêşin. Ev yek ji bilî ku îdeolojî û nasyonalîzma me ya xumalî qels dike,
gelek giriftên çandî, pêkvejiyanî û etîkî jî ji bo me çêdike.
Rêya herî baş, vegerandina ber bi rêya xwezayî û xumalî ye. Divê em hemû bîrên
hawirde bidin aliyekî û rê li geşebûna wan bigirin. Di heman demê de, divê em
vegerin ser îdeolojiya xumalî û nasyonalîzma rast ku berhema xaneqa, terîqet û
rewtên me yên resen bûn.
