• Saturday, 07 February 2026
logo

Çavdêrekî siyasî: Kurdistan û Tirkiye dikarin peywendiyên xwe geştir bikin

Gulan Media September 5, 2020 Nûçe
Çavdêrekî siyasî: Kurdistan û Tirkiye dikarin peywendiyên xwe geştir bikin
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê de ji Rûdawê re ragihand, civînên Nêçîrvan Barzanî li Enqere û Bexdayê pêgeha bihêz a Herêma Kurdistanê nîşan didin. Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî Mahmut Ovur jî tekez dike ku Herêma Kurdistanê û Tirkiye dikarin peywendiyên xwe geştir bikin.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê sedema leşkerkêşiya Tirkiyê bo ser sînorên Herêma Kurdistanê vegerande ser hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û got, operasyon û leşkerkêşî û şerê navbera PKKê û Tirkiyê bûye sedema "malwêraniyê bo xelkên sivîl ên Herêma Kurdistanê."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî di demeke krîtik de li Tirkiyê ji aliyê Serokomarê Tirkiyê û wezîrê derve yê wî welatî ve hate pêşwazî kiirn. Seredana Barzanî û Şanda pê re li ser vexwendineke fermî ya serokomarê hate encam dan û weke gaveke giring ji bo pêşêxistin û geşepedana pewyendiyên herdu aliyan hate şirove kirin.

Felah Mistefa, Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Vexwendineke fermî ya Serokomarê Tirkiyê hebû ku serokê Herêma Kurdistanê seredana Tirkiyê bike, bêgoman giring e ku weke du welatên cîran em mijarên xwe yên duqolî û peywendiyên xwe gotûbêj bikin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtina xwe ya bi serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re li ser hisaba xwe ya Twîtêre ragehand ku wan mijara PKK jî gotûbêj kiriye, Berpirsê Peywendiyên dervê yên Herêma Kurdistanê jî aşkere dike ku wan dilgiranî û nîgeraniyên hikumeta Herêma Kurdistanê yên ji ber operasyonan di çarçoveya helwesta xwe fermî de gehandine berpirsên Tirkiyê.

Sefîn Dizeyî, Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê diyar dike, “Bêguman em dilgiran û nîgeran in ji ber buyeran. Me bi rêya konsilxaneya Tirkiyê û herwiha di van civanan de jî helwesta xwe ji berpirsên Tirkiyê re jî aşkere kiriye. Sedema leşkerkêşiya Tirkiyê bo ser sînorên Herêma Kurdistanê hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê ye. Operasyon û leşkerkêşî û şerê navbera PKKê û Tirkiyê bûye sedema malwêraniyê bo xelkên sivîl ên Herêma Kurdistanê.”

Di nav midyayên Tirkiyê de jî bi helkevta vê seredanê gelek şirove di derbarê peywendiyên Tirkiyê û Herêmê Kurdistanê de hatine belavkirin ku piraniya wan şiroveyan li ser esasê vê yêkê ne ku dê seredan peywendiyên her du aliyan baştir bike.

Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî Mahmut Ovur radigihîne, “Ez di wê baweriyê de me ku her çende car car alozî di peywendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistana Iraqê de çêbûne jî, lê belê niha peywendiyên her du aliyan di asteke baş de ne. Pêwîstî bi helwestên Fransa, Amerika yan aliyekî din nake, herdu alî dikarin bixwe peywendiyên xwe geştir bikin.”

Di hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re yên bi rayedarên Tirkiyê re heman demê di rûbirûbûna Coronayê de zêdekirina hevahengiya di navbera her du aliyan de jî hat gotûbêj kirin.

Rudaw
Top