Amerîkayê bi mûşekan êrişî Baneya Rojhilatê Kurdistanê kir
Medyaya Îranê ragihand ku di berdewamiya êrişên Amerîkayê de, li bajarê Baneyê yê Sineyê çend xal bi mûşekan hatine armancgirtin.
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, êriş nêzîkî saet 04:00ê berê sibeha îro li ser çend xalên nav bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye kirin.
Medyaya Îranê diyar kir ku heta niha li ser qebareya zererên canî û madî ti agahî nehatine belavkirin.
Divê were gotin ku di şeva 11an a bombebaranên Amerîkayê de, êrişî gelek herêmên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî hat kirin.
Di nav wan herêman de Kengawera Kirmaşanê û Awdanana Îlamê jî hene.
Rudaw
