Serokê Herêma Kurdistanê 2 zarokên Kurdên Êzidî li gel xwe ji Tirkiyê vegerandin Kurdistanê
Emîr 10 salî ye û Aye temenê wê 11 sal e û ew xelkê gundê Giruzêr in li rojavayê Şingalê. Heta niha jî xwîşk, birayek û dayik û bavê wan ne diyar in. Niha hatin vegerandin bo cem xwîşk û mamên wan.
Ew herdu zarok zimanê Kurdî û Erebî ji bîra wan çûye û bi Tirkî diaxivin.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye, “Îro Înê, 04.09.2020, 2 zarokên Kurdên Êzidî ku xwîşk û bira ne û DAIŞê revandibûn, li gel şanda Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdana wan a bo Enqerê de hatin vegerandin bo Herêma Kurdistanê û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê radestî kesşkarên wan hatin kirin.”
Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî ya ser bi Nivîsingeha Nêçîrvan Barzanî ve, heyama zêdetir ji 3 sal e kar li ser keysa wan du zarokên Kurdên Êzidî dike û Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, “Piştî hewleke zêde û bi hevkariya xêrxwan û aliyên peywendîdar ên hikûmeta Tirkiyê, ew zarok hatin dîtin û piştî temakirina rêkarên yasayî bên vegerandin bo Herêma Kurdistanê.”
Guftugoya Rûdawê li gel Emîre:
Emîre derbarê revandina wan ji aliyê DAIŞê ve ji Rûdawê re got, “Li gel birayê min em birin. Jinek hebû li gel me. Me nasname nebû, xwestin bo me nasname çê bikin, em anîn vê derê, lêbelê polîs guman kir û zanî ku em zarokên wan nînin. Îcar em anîn beşa navxwe.”
Rûdaw: Baş e kî bûn hûn anîn vê derê, navê wan lî bîra te ye?
Emîre: Nawê wê Xedîce bû.
Rûdaw: We li beşa navxwe rojên xwe çawa derbas dikir, we çi dikir?
Emîre: Xweş bû, em çûn geriyan û geştê. Me gelek tişt kir.
Rûdaw: Çaverêyî çi jiyanê dikî, dixwazî çawa bijî?
Emîre: Dixwazin li gel malbata xwe bimînim. Naxwazim ji wan veqetim. Her ew.
Rûdaw: Gelo xwendin? Bo nimûne mezin bibî dixwazî bibî çi?
Emîre: Ez mezin bibim dixwazim bibim wênegir an jî polîs. Ji van herduyan hez dikim.
Guftugoya Rûdawê li gel Emîr:
Rûdaw: Çi bi sere te hat, çawa hatî vê derê?
Emîr: Tiştek nayê bîra min.
Rûdaw: Te li vê derê çi dikir, li beşa navxwe jiyana te çaw bû, te çi dît?
Emîr: Ev heyama ez mam gelek xweş derbas bû.
Rûdaw: Dixwazî çi bikî, bo nimûne dixwazî bibî çi?
Emîr: Dixwazim bibim yarîzanê futbolê.
Rûdaw: Çawa hatiye vê derê, kê tu anî?
Emîr: Gelek baş nayê bîra min, nizanim, lêbelê keçekê em anîn.
Rûdaw: Niha hest bi çi dikî? Dizanî diçî ku derê?
Emîr: Diçime Iraqê, kêfxweş im.
Serokatiya Herêma Kurdistanê û Nivîsingeha Nêçîrvan Barzanî spasiya hewl û westiyane hems wan kesan dikin ku di vê keysê de hevkar bûn û herwiha spasiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kirin ku alîkar bûn di karûbarên fermî û zû birêkirina rêkaran bi şêweyek ku îro karîn vegerin Herêma Kurdistanê.
Li gor amarên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, sala 2014an 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî winda bûn û heta niha 3 hezar û 537 kes hatine dîtin û 2 hezar û 880 kes jî bêserûşûn in.
Rudaw
