• Saturday, 07 February 2026
logo

Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyip Erdogan

Gulan Media September 5, 2020 Nûçe
Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyip Erdogan
Piştî civîna îro ya navbera Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Tirkiyê li Enqereyê, naveroka civînê hat eşkerekirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê naveroka civîna îro ya Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyip Erdogan belav kir.

Li gor daxuyaniyê, di civînê de tekezî li xwesteka dualî ya ji bo pêşvebirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hatiye kirin, bi taybetî berfirehkirin û bilindkirina asta bazirganî, hevkarî û hevpariya aborî. Herwiha li ser derfetên kar û veberhênana Tirkiyê li sektorên cuda yên Herêma Kurdistanê axivîne.

Her du aliyan li ser belavbûn û rûbirûbûna vîrûsa koronayê û encamên wê gotûbêj kirine û li ser vê mijarê Serokomarê Tirkiyê tekez kiriye ku welatê wî li ser her cûre alîkarî û hevkariya Herêma Kurdistanê amade ye û hemû pêwîstiyên tendirustî û bijîşkî pêşkêş dikin.

Herwiha di civînê de behsa gotûbêja Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê û pêngavên herî dawî ji bo çareserkirina kêşeyan û aloziyên sînor kirine. Weke din, li ser rewşa giştî ya Iraqê û hewldanên rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê axivîne.

Geşedanên herî dawî yên rewşa herêmê bi giştî, hewldanên ji bo aramiya herêmê û çend babetên cihê giringiya her du aliyan, mijarên din ên civînê bûn.
Top