Amerîka welatên Erebî li dijî Îranê li Îsraîlê nêzîk dike
Mike Pompeo behsa wê dike ku Îsraîl û welatên Erebî yên hevpeymanên Amerîkayê, xaleke hevbeş heye ku divê ji bo wê yekgirtî bin.
Mike Pompeo, Wezîrê Derve Yê Amerîkayê dibêje, “Derbarê Rojhilata Navîn, ku berî demekê lê geriyam, û heta îro jî hinek berpirsên me yên pilebilin li wê derê mane. Ew navçe bi sedema serkirdayetiya serok Trump di guherîna bilez de ye, di demekê de, pêwendiyên navbera Israîl û cîranên wê dirust dike, rêkeftina Îbrahîm belgeyek e zelal e, li ser wê yekê, bi heman awayî encamdana yekemîn geşta ezmanî ya yekser di navbera Tel Evîv û Ebû Zebî de, vê heftiyê, herwiha yekemîn geşta ezmanî ya yekser di navbera Israîl û Sûdanê de, ku di dema serdana min de, bi encamdan wê, şerefmend bûm. Em daxwazê li hevpeymanên xwe dikin, ku li dijî gefên Komara Islamî ya Îranê bo ser navçeyê, hevgirtî bimînin.”
Li beramber jî Îran ku Îsraîlê wek dijminê xwe dizane, rêkeftina di navbera Îsraîl û Îmaratê ku Amerîkî wek rêkeftina Îbrahîm bi nav dikin, red dike û Abu Dabiyê bi nepakiya di pirsa Filistînê de tohmetbar dike û dibêje jî, dê temenê wê rêkeftinê kurt dibe.
Elî Xamineyî, Rêberê Bilind ê Îranê, diyar dike, “Ew nepakiya ku Îmaratê kiriye, nepakiya li cîhana Islamî, li cîhana Erebî, li welatên navçeyê ye, nepakî ye jî, li ser pirsa girîng a Filestînê. Tiştê ku Îamratiyan kiriye nîşaneke şermezariyê ye. Ev karê wan heta demeke dirêj berdewam nabe û bi saya Xwedê jinav diçe. Lê ev nîşaneke şermezariyê ye, li nav çavên wan kesan dimîne, ku ev kar kiriye. Ew karekî nepak bû, karekî gelekî xirab bû, ku cihê Zayonistan li navçeyê dirust kir.”
Berî ku Amerîka, Îsraîl û Îmaratê bi rêya rêkeftina Îbrahîm kom bike, wan herdu welatan xaleke hevbeş hebû ku dijayetîkirina bernameya atomî ya Îranê bû.
Şêx Muhammed bin Zayd Elinihyan, Şazadeyê Cihnişêna Abu Dabî û Benjamin Netanyahu, Serokwezîrê Îsraîl, di rabirdûyê de bi awayekî cuda berdewam hişyarî derbarê niyazên Îranê û bernameya wê didin.
Lêbelê ji wê dema ku Amerîka sala 2015an ji rêkeftina atomî vekişiya, Îranê hemû ew sînor piştguhxistine ku di rêkeftinê de ji bo bernameya xwe diyar kiribûn, ev jî bûye sedema zêdebûna nîgeraniyên Amerîkayê.
Rudaw
