Şêniyên Tirbespiyê: Parastina navên bajaran berpirsyariya her kesî ye
Bertekên gel li hember hewldanên guhertina navên bajar û bajarokan ên bi kurdî, dewam dikin. Şêniyên Tirbespiyê li hember her kiryareke ku bandorê li navên dîrokî yên bajaran dike nerazîbûn anî ser ziman û diyar kir ku ev nav beşeke nasname û dîroka herêmê ne û parastina wan berpirsyariya her kesî ye.
Şêniya bi navê Munteha Mehmûd got polîtîkayên di demên berê de li dijî herêmê hatin pêkanîn wekî "Kembera Erebî", bandorên mezin li ser civakê hiştin û destnîşan kir ku hewldanên guhertina navên bajaran berdewama wan polîtîkayan in.
Muntehayê diyar kir ku bajar û herêm bi saya fedakarîyên şervan û şehîdan hatine parastin û da zanîn ku divê zimanê Kurdî di hemû waran de cihê xwe yê layiq bigire û divê Kurd di nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de roleke bingehîn bilîzin.
Mihemed El Meyar diyar kir ku herêma Tirbespiyê bi salan e bi pirrengiya xwe ya etnîk û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên xwe yên cuda de tê nasîn. Her wiha destnîşan kir ku her civakek xwedî taybetmendiyên xwe yên çandî û civakî ye ku divê rêz lê bê girtin û guhertina navên bajaran xizmeta vê jiyana hevbeş nake.
El Meyar got rêzgirtina li çandên hemû pêkhateyan û parastina taybetmendiyên herêman ji bo avakirina siberojeke li ser bingeha têgihîştin û jiyana hevbeş girîng in.
Emîna Hesen diyar kir ku li Rojava di salên dawîn de fedakariyên mezin hatine kirin û aramî û birêxistinbûna ku hatiye bidestxistin encama têkoşîna gelê herêmê û şervanan e.
Emînayê diyar kir ku navên bajar û bajarokan beşeke dîrok û nasnameya herêmê ne û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Bajarên me dê navên xwe yên kurdî biparêzin û em ê tu guhertinên wan qebûl nekin. Em ê destkeftiyên ku bi saya fedakariya şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin."
ANHA
