Li Xurmatû û Kerkûkê zextên li ser cotkarên Kurd didomin
Têkoşîna cotkarên Kurd a ji bo parastina erdên xwe yên li herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di korîdorên dadgehan de didome.
Li Xurmatûyê li ser giliyê "Erebên hawirde" 15 cotkarên Kurd derketin pêşberî dadwer.
Li Kerkûkê jî cotkarê bi navê Mihemed Emîn ê ku leşkerekî bi şala stûyê wî girtibû ew kişandibû, cara 29an çû dadgehê.
Li gundê Tepe Sewzê dosyeyên neyasayî
Pirsgirêka erdên li gundê Tepe Sewzê yê Xurmatûyê bi dozên ku Erebên hawirde li dijî cotkarên Kurd vekirine derbasî qonaxeke nû bû.
Ji ber bi dehan giliyên Ereban, niha li ser gelek ciwan, pîr û tewr miriyan jî dosyeyên qanûnî hatine vekirin.
Cotkarê ji gundê Tepe Sewzê Cabir Hemîdê ku doz lê hatibû vekirin ji Rûdawê re got:
“Par bi angaşta ku min rê li ber wan girtiye û kevir avêtine wan, giliyê min kirine. Tenê bi vê nehiştine, li ser navê bavê min ê rehmetî jî doz vekirine.”
Ednanê birayê Cabir, bal kişand ser hêza siyasî ya li pişt dozgeran û anî zimên: “Ji ber ku piştgiriyeke cidî ji van Ereban re heye, wan bajar li me heram kiriye.”
"Erdên me 70 sal in tapûkirî ne"
Cotkarê 70 salî Xefûr Ehmed destnîşan kir ku erdên wan ji sala 1955an ve li ser navê wan tapûkirî ne.
Xefûr diyar kir ku tenê ji ber ku ew Kurd in dixwazin dest deynin ser erdên wan û li dijî wan "şer hatiye ragihandin."
Parêzerê cotkaran Şîkar Merdan eşkere kir ku ji ber cotkarekî Kurd felç bûye û rewşa wî ya tenduristiyê li dadgehê xerab bûye, rûniştina dozê heta 24ê Tebaxê hatiye bipaşxistin.
Mihemed Emîn cara 29an li dadgehê bû
Li aliyê din, doza cotkarê Kurd Mihemed Emîn didome ku di xwenîşandanên 17ê Sibata 2025an ên li nahiyeya Sergeranê ya Kerkûkê de rastî tundiya leşkerekî Îraqî hatibû.
Mihemed Emînê ku heta niha 29 neçar maye here dadgehê, careke din li Dadgeha Kerkûkê bû.
Mihemed Emîn ji Rûdawê re axivî û got: “Rûniştina îro jî heta 23yê meha pêşiya hat bipaşxistin çimkî ew leşkerê ku min giliyê kiribû nehat dadgehê lê belê giliyê min bi awayekî fermî ket meriyetê û min li Navenda Polîsan a Tîsînê îfadeya xwe da.”
Biryarên li ser Madeya 140î nayên bicihkirin
Pirsgirêka erdên li herêmên nakok li ser van xalan e:
Gundên di bin fişarê de: Li Tepe Sewzê 15 cotkar tên darizandin. Li Sergeranê cotkar ji ber xwenîşandanan berdewam îfadeyê didin.
Armanca sereke: Hewldana Erebên hawirde ya ji bo dagirkirina erdên çandiniyê bi rêya zindîkirina polîtîkayên serdema Beasê.
Biryarên ku nayên bicihkirin: Yasayên ku mafê milkdariyê yê cotkarên Kurd diparêzin, ji aliyê îdareyên xwecihî yên li Kerkûk û Selahedînê bi zanebûn nayên bicihanîn û tên bincilikkirin.
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên erdên li herêmên di çarçoveya Madeya 140î de ji aliyê hikûmet û dadweriya Îraqê ve gelek biryar hatine standin lê cotkarên Kurd diyar dikin ku ev biryar ji bo berjewendiya wan in, lewra meqamên herêmî bi zanebûn wan pêk nayînin.
Rudaw
