• Saturday, 07 February 2026
logo

El Ezher: Sivikatîkirina li pêxemberan, ne azadiya fikr û ramanan e

Gulan Media September 4, 2020 Nûçe
El Ezher: Sivikatîkirina li pêxemberan, ne azadiya fikr û ramanan e
Şêxê Zanîngeha El Ezher a Misirê ragihand; sivikatîkirina li pêxemberan azadiya fikr û ramanan nîne, berevajî vê, bangeşe û zêdekirina rik û tundrewiyê û jinavbirina hemû nirxên mirovahî û şaristaniyê ye.

Ehmed Tayîb, Şêxê Zanîngeha E Ezherê li ser malpera xwe ya fermî ya Facebookê ragihand: “Pêxemberê me, silavên Xwedê lê bin, ji bo me ji canên me rûmettir e. Sivikatîkirina li cenabê wî yê mezin azadiya fikr û ramanan nîne. Ev bangeşe û zêdekirina rik û tundrewî û jinavbirina hemû nirxên mirovahî û şaristaniyê ye. Hincetên ji bo vî karî bi bangeşeya parastina azadiya fikr û ramanan, fêmkirineke pûç e li ser cudahiya navbera mafê azadiya fikr û ramanan û tawana li ser heqê mirovahiyê.”

Kovara Charlie Hebdo ya Fransî di hejmara xwe ya herî dawî de careke din ew karîkatu belav kirin, ku di sala 2015an de ji aliyê çend karîkaturîstên kovarê ve hatibûn xêzkirin û pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed weke karakterekî "terorîst" nîşan dabûn û vê yekê nerazîbûna alema Îslamê li pey xwe anîbû û du kesan êrîşî avahiya kovarê kiribûn û hejmarek karmendên kovarê kuştibûn.

K24
Top