Xelkê Bakurê Kurdistanê: Têkiliyên baş ên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ji bo me jî baş e
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro serdana Tirkiyê dike û li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Derve yê wî welatî Mevlut Çavuşoglu dicive.
Têkildarî serdanê, Tora Medyayî ya Rûdawê dakete kolanên Amedê û ji xelkê pirsa peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê kir. Piraniya xelkê di wê baweriyê de ne, ku ger têkiliyên herdu aliyan baş bibin ev yek dê rasterast bandora xwe bi awayeke erênî li ser bazirganiya navbera herdu aliyan de bike û bi vî awayî herdu alî jî dê qezenç bikin.
Hinardeya Tirkiyeyê bo Herêma Kurdistanê nêzîkî asta beriya koronayê dibe û di 7 mehên destpêka 2020'an de bi qasî 4.8 milyar dolaran bûye.
Rojane zêdetirî 1,300 barhilgir ji Tirkiyê derbasî Herêma Kurdistanê dibin.
Tora Medyayî ya Rûdawê ji xelkê Ameda Bakurê Kurdistanê derbarê peywendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê pirsî, gelo tu li ser peywendiyên Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê çi dihizirî?
Welatiyê bi navê Erdal Gokmen ku bêkar e, ji Rûdawê re got: Aliyê tîcaretê gerek kêmasî nebe, ne aliyê Başûr û ne aliyê Tirkiyê, divê kêmasî çê nebe. Bila biratî bikin bila heevdu bigrin, lê siyaset têkeva nav wan, aliyê Başûr jî xirab dibe û aliyê Tirkiyê jî xirab dibe, ji ber wê em siyasetê di nav tîcaretê de naxwazin.
Fexrî Ateş, li Amedê xwediyê çayxaneyekê ye, ew di derbarê têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de dibêje: “A niha baş e û em dixwazin wisa berdewam bike. Têkiliyên Tirkiyê û Başûr her çiqas baş bin, ji me re jî rind e.”
Îrfan Bayram fermanberê xanenişîn jî diyar dike: “Baş e, ma ji vê çêtir çi heye. Em gişt birayên hev in.”
Bi pêşketina têkiliyên Enqere û Hewlêrê re têkiliyên aboriyê jî bi pêş ketin.
Hinardeya Tirkiyeyê bo Herêma Kurdistanê salane nêzîkî 12 milyar dolar in
Li ser pirsa, gelo peywendiya Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê bandoreke çawa li ser aboriyê herêmê dike, Erdal Gokmen dibêje, eger bazirganiya navbera Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê weke niha berdewam bike, bo xelkê Bakurê Kurdistanê jî baş e.
Fexrî Ateş amaje bi wê yekê dike, ku başbûna peywnediyên navbera Hewlêr û Enqerê dibe sedem ku kar û bazirganiya wan li Amedê jî baş be.
Welatiyê bi navê Îrfan Bayram jî dibêje, bi pêwendiyên baş ên herdu aliyan, aborî baş dibe û kar û derfetên kar baş dibe.
Rudaw
