• Saturday, 07 February 2026
logo

Rêwaz Fayeq bi tundî bersiva Ebdulstar Mecîd dide û axaftinên wî wek berevajî kirinê pênase dike

Gulan Media September 4, 2020 Nûçe
Rêwaz Fayeq bi tundî bersiva Ebdulstar Mecîd dide û axaftinên wî wek berevajî kirinê pênase dike
Seroka Parlamentoya Kurdistanê bi tundî bersiva serokê fraksiyona Komela Îslamiya Kurdistanê dide û gotinên wî wek berevajî kirine pênase dike.

Li gor daxuyaniya ku li malpera fermî ya Parlamentoya Kurdistanê hatiye belav kirin, ofîsa seroka Parlamentoya Kurdistanê radigehîne, Parlamenter Ebdulstar Mecîd li saziyên ragehandin û sosyal medyayê de berevajî kirin pêkaniye, ku xwedê girawî seroka parlamentoyê daxwaz jê kiriye derbarê birîna sedî 21ê mûçeyê fermanberan de hin gelgeyan bîne.

Li hember vê yeke hat ragehandin ku Rêwaz Fayeq bi nivîsekî fermî bersiva wî daye û dibêje: ‘’Bi telefonê ve jî min li gel Ebdulstar Mecîd neaxaftiye. Awayê karê me fermî ye û bi nivîskî ye.’’

Seroka Parlamentoyê anî bîra serokê fraksiyona Komel ku ‘’Seroka Parlamentoyê rê nade xwe ji bo razî kirina ti kesekî, nivîseke tejî li kêmasiyên yasayî û peyrewa navxwe pêşkeşî encûmena wezîran bike û piştre jî bi nivîs ew hemû xeletî û kêmasiyan bo Parlamentoyê vegerîne û bê gotin ku seroka parlamentoyê agahdarê madeyên peyrewa navxwe nîne, ji bo wê jî çi pêwîst be li Parlamentoyê tê çêkirin û tê temam kirin.’’

Dawiyê de jî daxwaz ji Ebdulstar Mecîd kir: ‘’Di cîha vala derxistina xelkê de û tewanbar kirin û êrîş kirin û berevajî kirine de bila bo careke din di çarçoveya peyrewa navxwe ya Parlamentoyê de nivîsekî amade bike.’’

Basnews
Top