• Sunday, 08 February 2026
logo

51 koçber ji Fransa û Almanyayê bo Hewlêrê hatin vegerandin

Gulan Media September 4, 2020 Nûçe
51 koçber ji Fransa û Almanyayê bo Hewlêrê hatin vegerandin
Bi daxwaza xwe, 51 koçberên Iraqî, ku piraniya wan Kurd in, îro di çarçoveya yekem karê hevbeş a navbera welatên Yekîtiya Ewropayê de, ji Fransa û Almanyayê vegeriyan Hewlêrê.

Koçberên li Fransa û Almanyayê ji bo vegerê, ji bernameya alîkariya vegera bi daxwaza xwe bo welatên xwe sûd wergirtin.

Serokê Ofîsa Koçberî ya Fransî diyar kir: “Ev yekem karê hevbeş e di navbera welatên Ewropayê de li ser mijara koçberan.” Herwiha eşkere kir: “Xerciyên vê geşta Parîs – Munich – Hewlêrê ji aliyê Desteya Çavdêriya Sînorî yê ser bi Yekîtiya Ewropayê Frontex ve hatiye dabînkirin.”

Ji bo her yek ji wan kesên vegeriyane, bi qasî 1800 euro hatiye dayîn û dema bigihîjin Hewlêrê 3000 euroyên din jî dê were dayîn weke alîkariya vegerê.

Biryar bû hejmara ewên vegerin 90 kes bin, lê ji ber ku bi koronayê ketine, siwarî balafirê nebûne.

Serokê Ofîsa Koçberî ya Fransî diyar kir ku ev destpêşxerî ji aliyê Berlînê ve hatiye destpêkirin û got: “Daxwaza vegera bi dilê xwe heye, ku qeyrana Covid-19ê bileztir kiriye, ji ber zextan, bi taybetî di bazara kar de, lê kêmbûna geştên esmanî ji ber koronayê, vî karî hêdî dike.”


K24
Top