• Tuesday, 21 July 2026
logo

CENTCOM: Me pêleke din a êrîşan bo ser Îranê bi dawî anî

CENTCOM: Me pêleke din a êrîşan bo ser Îranê bi dawî anî

 Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku serê sibeha îro, bo cara nehê li ser hev, êrîşên asmanî birine ser armancên serbazî li navxweya axa Îranê û operasyon bi rengekê serkeftî bi dawî aniye.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Duşem, 20ê Tîrmeha 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X”ê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku saet 06:00 ê sibehê bi dema Rojhilata Navîn, di van êrîşan de çend pêngehên stratejîk û serbazî hatine amanckirin.

CENTCOMê ew pêgeh eşkere kirin û got: “Ji wan pêgehan: navendên fermanderiya serbazî, sîstemên berevaniya asmanî, bingehên çavdêriya deryayî, şiyanên hêza deryayî, cihên avêtina moşek û dronan, ligel torên peywendiyên serbazî ne.”

CENTCOMê bal kişand ser wê yekê jî ku armanc ji van operasyonan lawazkirina şiyanên Îranê ye bo kirina êrîşan bo ser keştiyên bazirganî û deryavanên sivîl li Tengava Hurmizê û herwesa parastina ewlehiya deryavaniyê li deverê ye.

Di wê beyannameyê de hat tekez kirin: "Artêşa Amerîkayê bi rênumayiyên rasterast ên Serok û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Îranê beranberî kiryarên wê berpirsyar dibîne. Herwesa amaje hatiye dan ku hêzên CENTCOMê di amadebaşiya herî bilind de ne û bi hûrbînî û çavdêriyeka tund ve bo her bersivdanekê amade ne."

 

K24

Top