Li Dera û Quneyterayê tevger û êrişên Îsraîlê
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawîn de 7 caran ketine gundewarên Dera û Quneyterayê û 2 êriş pêk anîn.
SOHR’ê da zanîn ku di nava 24 demjimêrên dawî de dewriyeyên Îsraîlê ketin gundewarên Qunetyerayê, ên wekî Til Ehmer Şerqî, Sede Kodna, Semedaniya Şerqî.
Her wiha tevgerên wê li nêzê gundê Seyda Hanût û Wadî Ruqad ên Derayê jî hatin dîtin.
Hate diyarkirin ku droneke Îsraîlê rêya di navbera gundên Abidîn û Arîdayê de yên Hewza Yermûkê bi du bombeyên dengê kir armanc û 3 top avêtin derdora bajarokê Hemêdiyê.
Di van êrişan de qurbanî û zerarên madî çênebûn.
Ronahi.tv
