• Tuesday, 21 July 2026
logo

Xurmato: Li ser gilîkirina erebên hawirde 20 cotkarên Kurd tên dadgehkirin

Xurmato: Li ser gilîkirina erebên hawirde 20 cotkarên Kurd tên dadgehkirin

Li ser gilîkirina fermî ya erebên hawirde, 20 cotkarên Kurd ên xwecihên gundê Tepesewzê li sînorê qezaya Xurmatoyê îro (Duşem, 20ê Tîrmeha 2026ê) li pêşberî Dadgeha Xurmatoyê amade dibin; ev jî di çarçoveya berdewambûna arêşeyên erd û zeviyan de li deverên ku duberekî li ser heye.

Li gorî zanyarên Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê Soran Kameran, giliyên erebên hawirde li ser du bingeh û xalên serekî hatine tomarkirin:

- Xala Yekê: Erebên hawirde îdîaya xwedîtiya wan zeviyan dikin ku cotkarên Kurd karên çandiniyê tê de dikin.

- Xala Duyê: Gilîkirina din li ser wê yekê hatiye kirin ku qaşo di dema borî de alozî li deverê çê bûye û cotkarên Kurd êrîş biriye ser erebên hawirde.

Biryar e di demeka nêzîk de cotkarên Kurd li pêşberî dadgehê amade bibin, daku gotinên wan li ser vê dosyayê bên wergirtin. Ev arêşeya erd û zeviyan li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê her dem wekî metirsiyekê li ser jiyana gundiyên Kurd maye.

 

K24

Top