Nêçîrvan Barzanî: Me civîneke berhemdar li gel Macron encam da
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku îro bi serdanên fermî li Bexdayê ne, civînek encam dan.
Civîna Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron nîv demjimêrê berdewam kir û pirsên girîng û taybet bi Herêma Kurdistanê û Fransayê hatin gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî piştî civînê di twîtekê de ragihand, “Ez bi dîtina Serok Emmaneul Macron xweşhal im. Îro li Bexdayê civîneke berhemdar hebû. Em spasiya piştevaniya berdewm û peywendiyên bihêz ên Fransayê bo Herêma Kurdistanê dikin. Bi hêviya pêşxistin û bihêztirkirina peywendiyên me yên li gel Fransayê.”
Herwiha peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê ragihand ku piştî civîna yekem, Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron civîneke din jî encam dan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê jî derbarê civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di civînê de rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê û dawîn pêşhatên li navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Her li gor wê daxuyaniya hatiye belavkirin, Serokê Fransayê Emmanuel Macron pesna rola Herêma Kurdistanê ya li dijî terorê da û kêfxweşiya xwe li hember diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de anî ziman.
Macron di civîna li gel Nêçîrvan Barzanî piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir û tekezî li ser wê kir ku divê pirsgirêk li ser bingeha destûrê bên çareserkirin.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî ji ber piştevaniya bo Herêma Kurdistanê û rola wî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de spasiya Serokê Fransayê Macron kir.
Li aliyê din Serokê Fransayê di civînê de diyar kir ku ew dixwaze di serdana xwe ya bê de serdana Herêma Kurdistanê jî bike.
Herwiha herdu serokan di civînê de ji seqamgiriya Iraq û çareseriya pirsgirêkan di serî de Fransa tekezî li ser pêwîstiya piştevaniya navdewletî kirin.
Rudaw
