• Tuesday, 21 July 2026
logo

Leşkereke Amerîka di êrişa Îranê de hate kuştin

Leşkereke Amerîka di êrişa Îranê de hate kuştin

Fermandariya Navenda Hêzên Amerîka (CENTCOM) ragihand ku di encama êrişa duh a droneke xwekuj de leşkereke wan li Herêma Kurdistanê hatiye kuştin.
Li gorî CENTCOM’ê 18’ê Tîrmehê leşkereke Amerîka di encama êrişeke droneke xwekuj ya li ser Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê de hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Duh jî di êrişa Îranê de ya li ser Urdunê leşkerek hatibû kuştin û yek jî birîndar bûbû.

Hejmara leşkerên DYA yên di êrişa Îranê de hatine kuştin bûn 16

Rayedarên DYA gotin, piştî kuştina 2 leşkeran li Urdunê û herêma Kurdistanê, hejmara leşkerên Amerîkayê yên di şerê li dijî Îranê de hatine kuştin bû 16 û zêdeyî 420 birîndar.

DYA’yê ragihand ku pêla 8’emîn a derbeyên wê yên hewayî yên li dijî Îranê bi dawî bûye.

Serokê DYA’yê Donald Trump jî careke din gefa hedefkirina binesaziya Îranê, di nav de santralên elektrîkê û piran xwar.

 

Ronahi.tv

Top