Kompanyayeke Brîtanî li Bexdayê rastî êrîşê hat
Medyaya Iraqî belav kirin, îro berbangê baregeha kompanyaya ewlehiyê ya Birîtanî G4S li taxa Qadisiye ya Bexdayê bi mûşekekê hat armanckirin.
Diyar kir jî, di encama ketina mûşekê ziyanên madî yên mezin çê bûne. Lê ziyanên canî nehatine zanîn.
Piştî kuştina Fermandarê Feyleqa Qudis ya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî li Bexdayê di destpêka îsal de, baregeh û berjewendiyên Amerîka û kompanyayên bi Hevpeymaniya Navdewletî re kar dikin, rastî êrîşên mûşekî tên.
Washington, Hizbulaha Iraqî û grûpên çekdarî yên nêzîkî Îranê bi wan êrîşan tometbar dike.
K24
