Li bajarê Ezazê tevlîheviyeke ewlehiyê derket
Di encama operasyona ewlehiyê ya hêzên ewlekariyê li Ezazê de pevçûn derket.
Gel jî daketin qadan û li dijî gulebarana sivîlan xwepêşandanek li darxistin.
Duh bi şev li bajarê Ezazê ya li gundewarê Helebê tevliheviyeke ewlehiyê derket.
Ev yek piştî operasyona ewlehiyê ya hêzên ewlekariyê li dijî hin kesan dan destpêkirin pêk hat.
Di dema girtinê de hin kesan red kirin ku kesekî radest bikin.
Qedexeya derketina derve hat ragihandin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku hêzên ewlekariyê li dora taxa ku kesê lê digeriyan xwe veşartibû dorpêçek ewlehiyê danîn û xwestin ku ew xwe û çeka xwe radest bike.
Lê belê ev yek rastî redkirinê hat û gule li hêzên ewlekariyê ve reşandin, ku ev yek bû sedema zêdebûna rageşî û pevçûnê li herêmê.
Hêzên ewlekariyê hêzên zêdetir şandin bajêr û hewl dan ku rewşê kontrol bikin.
Her wiha qedexeya derketina derve hat ragihandin
Gel daketin qadan û xwepêşandanên parastina sivîlan li darxistin
Li hemberî vê yekê jî gel daketin qadan û xwepêşandanek li darxistin.
Di xwepêşandanan de hate gotin ku komeke ji hêzên ewlekariyê ji çeteyên El-Emşat bûn û guleyên bê serûber davêtin malên sivîlan.
Xwepêşanderan dirûşmeyên ku daxwaza bidawîanîna hedefgirtina sivîlan û hesabpirsîna kesên berpirsiyar ji bo her binpêkirinê kirin.
Ronahi.tv
