• Sunday, 19 July 2026
logo

Niştecihên Sergeranê daxwaza çareserkirina pirsgirêka nebûna elektirîkê dikin

Niştecihên Sergeranê daxwaza çareserkirina pirsgirêka nebûna elektirîkê dikin

Niştecihên nahiyeya Sergeranê bang li aliyên pêwendîdar dikin ku pirsgirêka wan a elektirîkê çareser bikin. Welatî diyar dikin, di dema ku hemû navçeyên derdorê xwedî elektirîk in, tenê Sergeran mehek e di tariyê de maye.

Welatiyên nahiyeya Sergeranê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve, ji ber qutbûna demdirêj a elektirîkê nerazîbûneke tund nîşan didin. Welatî dibêjin ku tevî hewildanên wan jî, heta niha ti rayedarekî bersiva daxwazên wan nedaye. 

Welatiyekî ji Sergeranê ji Kurdistan24ê re ragihand, rewşa wan a xizmetguzariyê pir xirab e û got: "Em dixwazin dengê xwe bigihînin berpirsan. Li taxa me westgeheke taybet a elektirîkê heye ku tenê 30 mal li ser in û ti fişarek li ser nîn e. Tevî vê yekê jî, ev mehek e elektirîka me birîne. Di dema ku hemû bajarok û gundên derdora me xwedî elektirîka berdewam in, çima tenê em bêpar in?"

Welatiyên nerazî balê dikşînin ser wê yekê ku Sergeran herêmeke biçûk e, lê ji aliyê rêveberiyê ve hatiye paşguhkirin. Welatiyekî got: "Xelkê Sergeranê bêxwedî mane û kes xema vî bajarokî naxwe. Ew fermanberên ku li vir erkdar in jî, tenê tên û diçin; guh nadin derd û kulên xelkê herêmê. Em daxwaz dikin ku aliyên pêwendîdar demildest bikevin nav tevgerê."

Nahiyeya Sergeranê ser bi qezaya Dubiz a parêzgeha Kerkûkê ye. Ev herêm wekî yek ji navçeyên "Madeya 140" tê naskirin ku di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser wê nakokî hene. 

 

K24

Top