Sûriyeyê êrişên Îranê yên li Herêma Kurdistanê şermezar kirin
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê êrişên bi dron û mûşekan ên Îranê yên li Herêma Kurdistanê û welatên Kendavê şermezar kirin.
Wezaretê destnîşan kir ku ev êriş serweriya dewletan û hiqûqa navneteweyî bin pê dikin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku desthilata Şamê êrişên Îranê bi tundî şermezar dike.
9 Pêşmerge şehîd ketin
Doh li bajarokê Zirgwêzê yê Silêmaniyê bi mûşekan êrişî kampên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê hat kirin.
Di encama vê êrişê de 9 Pêşmergeyan canê xwe ji dest da û gelek Pêşmerge jî birîndar bûn.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand ku ev êrişên bi dron û mûşekan, li ser ewlehî û aramiya herêmê gefeke rasterast in.
Her wiha hat gotin ku ev êriş peymana Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî bin pê dikin.
Li gorî daxuyaniyê, Sûriye hemû hewldanên ku aramiya herêmê têk didin red dike.
Her wiha bangî hemû aliyan hat kirin ku rêzê li serwerî û yekparçeyiya axa dewletan bigirin.
Şerê Îran û Amerîkayê
Êrişên dawî yên Îranê yên li Herêma Kurdistanê di demekê de pêk hatin ku êrişên dualî yên di navbera Tehran û Washingtonê de dîsa gur bûne.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) derengiya şeva doh daxuyaniyek belav kiribû.
CENTCOMê ragihandibû ku wan êrişên xwe yên esmanî yên li ser Îranê yên di şeva heftemîn a li pey hev de temam kirine.
Li aliyê din, artêşa Îranê jî daxuyaniyek dabû.
Artêşê diyar kiribû ku wan di çarçoveya bersivdana êrişên Amerîkayê de, baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuweyt û Urdinê kirine armanc.
Rudaw
