Nêçîrvan Barzanî: NY dikare bo çareserkirina pirsgirêkan alîkariya Hewlêr û Bexdayê bike
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Bexdayê li gel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert civiya.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de herdu aliyan prose û rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêjkirin û ronahî xistin ser peywendî û guftugoyên Hewlêr-Bexdayê û lihevtêgihiştina vê dawiyê ya herdu aliyan li ser mijara budce û mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê.
Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçêrvan Barzanî amaje bi rola tîma Netewên Yekbûyî ya li Iraqê kirk u dikare alîkara Hewlêr û Bexdayê be ji bo handana guftugoyên cidî yên di navbera wan de ji bo çareseriyeke bingehîn a pirsgirêkan li ser bingeha destûrê.
Li gor daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî ronahî xiste ser raporta Nûnera Sekreterê Giştî ya NY li Iraqê ku derbarê girîngiya cîbicîkirina destûrê û sîstema federalî pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî kiriye.
Herwiha belavbûna vîrusa Coronayê û çawaniya rûbirûbûna wê, hilbijartinên dahatû yên Iraqê û yasaya hilbijartinê, rewşa koçber û penaberan li kampên Herêma Kurdistanê ji mijarên din ên civînê bûn.
Rudaw
