• Saturday, 07 February 2026
logo

PKKê û Heşdî Şeibî piştî DAIŞê bi dehan zarokên Şingalê revandine

Gulan Media September 2, 2020 Nûçe
PKKê û Heşdî Şeibî piştî DAIŞê bi dehan zarokên Şingalê revandine
Piştî dagirkariya rêxistina terorîst a DAIŞê, çekdarên ser bi PKKê û milîsên Heşdî Şeibî bi dehan xortên bajarê Şingalê bêserûşûn kirine.

Piştî çekdarên DAIŞê komkujî li dijî kurdên êzdî pêkanîn, naha PKK û milîsên Heşdî Şeibî bi dehan zarok û xortên Şingalê û wê navçeyê revandine û bêserûşûn kirine.

Şarazayê yasayên navnetewî Dr. Kirmanc Osman ji BasNewsê re ragehand, tişta PKK dike li dijî peymanên Netewên Yekbûyî û yasayên navdewletî ye. Dikare bi rêya rêxistinên civaka sivîl ve bi taybetî ewên ku pêdeçûnê li mafên zarokan li dadgeha mafên mirov li Yekitiya Ewropa giliyê ango dozê li dijî wan vebikin.

Kirmanc Osman got, beşekî piraniya rayedarên PKKê bi rêgez turk in û xwedî nasnameya wî welatî ne. Tirkiye jî li komîteya Ewropa endame û dikare dozê li dijî wan rêveberên PKKê vekin.

Şarazayê yasayî amaje bi wê yekê jî kir, ku dikare ew kesane jî ku zarokên wan hatine revandin, li dadgehan û desteya Mafê Mirov li Hewlêr û Bexda jî doz vekin.’’Dema doz vedikin divê bi daxwaz û divê hejmar û amar hemû li berdest hebin, ku bi wê rêyê ve dikare wek dosyayek biçe pêş hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê û çareseriyek bo bê dîtin.’’

Basnews
Top