• Saturday, 07 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî çend pirs guftûgo kirin

Gulan Media September 2, 2020 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî çend pirs guftûgo kirin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Bexdayê ligel Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Mihemed Helbûsî civiya.

Li gor daxuyaniyeke Encûmena Nûneran a Iraqê, di hevdîtinê de guftûgo derbarê rewşa siyasî û dawî pêşhatên rewşa tendirustî û bandorên wê li ser abûriya welat hatin guftûgokirin.

Her di civînê de, xisteya karên Encûmena Nûneran hatin guftûgokirin, ligel girîngirtîn yasayan ji bo qonaxên dahatî, di nava wan de jî yasaya hilbijartina Encûmena Nûneran ku pêştir Encûmenê deng li ser dabû, ligel yekalîkirina vekirina bazneyên hilbijartinê û hemû sererastkirina yasaya Dadgeha Bilind a Federalî û çend yasayên din.

Tekezî li wê hate kirin li ser berdewamiya danûstandin û çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê û karkirin ji bo serxistina berjewendiya bilind a niştimanî û hevahengiyê, bi armanca derbaskirina qeyranan.
Top