Kurdistan û Ozbekistan çend peymanên mezin ên aboriyê îmze dikin
Bi mebesta pêşxistina pêwendiyên bazirganî û îmzekirina girêbestên stratejîk, Korbenda Aborî ya Herêma Kurdistan û Ozbekistanê li paytexta Ozbekistanê, Taşkantê, bi beşdariya bi sedan bazirganan dest pê kir.
Korbendeke berfireh a aborî di navbera Herêma Kurdistanê û Ozbekistanê de, îro 18ê Tîrmeha 2026an li bajarê Taşkantê hat lidarxistin. Ev korbend wekî pêngaveke giring ji bo avakirina "pireke aborî" di navbera Asyaya Navîn û Rojhilata Navîn de tê dîtin.
Peyamêrê Kurdistan24ê Kawar Salih ku korbendê dişopîne, ragihand ku Ozbekistan dixwaze Herêma Kurdistanê wekî dergehekî serekî ji bo gihîştina bazarên Rojhilata Navîn bikar bîne. Li aliyê din, Herêma Kurdistanê jî armanc dike ku bibe navendeke giring a girêdana bazirganiya navbera her du herêman.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Silêmaniyê Newzad Gafûr, derbarê korbendê de got: "Nêzî 150 bazirgan û sermayedarên ji Herêma Kurdistanê beşdarî vê korbendê bûne. Li beramberî wan jî 161 bazirgan û xwedankarên Ozbekistanî amade ne. Hikûmeta Ozbekistanê amadehiya xwe nîşan daye ku ezmûn û şarezayiya xwe di warên cuda de bixe xizmeta Herêma Kurdistanê."
Gafûr bal kişand ser warên ku dê li ser werin sekinandin û diyar kir, derfetên mezin di sektorên wekî pîşesaziya kîmyewî, çandinî, zêr, kanza û hilberînê de hene. Hat ragihandin ku di çarçoveya korbendê de gelek girêbestên mezin û stratejîk dê di navbera kompanyayên her du aliyan de werin îmzekirin.
Ozbekistan di warê rakêşana sermayeya biyanî de, serkeftineke mezin bidest xistiye û qebareya veberhênana biyanî li wî welatî gihîştiye 70 milyar dolarî. Ji bo hêsankirina karê kompanyayan, yasayên veberhênanê li her du aliyan hatine guhertin û hêsankariyên giring hatine kirin. Newzad Gafûr bang li sermayedarên Kurdistanê kir ku berê xwe bidin bazarên Ozbekistanê û li wir veberhênanên nû bikin.
Pêwendiyên aborî yên Hewlêr û Taşkantê di van salên dawî de geşedaneke berçav dîtine. Di Berçileya 2025an de şandeyeke Ozbekistanî serdana Kurdistanê kiribû û gelek yadastên hevtêgehiştinê hatibûn îmzekirin. Ev korbenda dawî ya ku di 17 û 18ê Tîrmehê de birêve diçe, encama wan hewildanên berdewam e.
K24
