• Saturday, 18 July 2026
logo

Iraq û Sûriye li ser nûjenkirina xeta petrolê ya Kerkûk-Banyasê li hev dikin

Iraq û Sûriye li ser nûjenkirina xeta petrolê ya Kerkûk-Banyasê li hev dikin

 Iraq û Sûriyeyê li paytexta Amerîkayê Washingtonê, ji bo nûjenkirina xeta petrolê ya di navbera Kerkûk û Banyasê de peymanek îmze kirin. Tê payîn ku kompanyaya Chevron a Amerîkayê vê projeyê cîbicî bike.

Wek beşek ji serdana şandeya Iraqê bo Amerîkayê, duh 17ê Tîrmeha 2026an, di navbera Iraq û Sûriyeyê de yadasteke hevtêgehiştinê ji bo nûjenkirina xeta petrolê ya Kerkûk-Banyasê hat îmzekirin. Ev peyman di çarçoveya pakêteke mezin a 50 peymanan de ye ku di navbera Iraq û Amerîkayê de hatine îmzekirin û nirxê wan bi giştî digihîje 60 milyar dolarî.

Li gorî hûrguliyên peymanê, kompanyaya navdar a enerjiyê ya Amerîkayê Chevron dê serpereştiya nûjenkirin û çêkirina vê xeta stratejîk bike. Ev xet ku petrola Kerkûkê digihîne bendera Banyasê ya li ser Deryaya Spî, ji ber şer û pirsgirêkên teknîkî ji bo demeke dirêj girtî mabû.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bi daxuyaniyekê pêşwazî li vê peymanê kir û ew wekî "pêngaveke dîrokî" binav kir. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: "Amerîka piştgiriya nûjenkirina xeta petrola xav a di navbera Iraq û Sûriyeyê de dike. Ev projeya stratejîk a binesaziyê dê pêwendiyên herêmî xurt bike, aboriyê geş bike û bibe sedema zêdetir aramî û ewlehiyê."

Pisporên aborî diyar dikin ku vekirina vê xetê dê lêçûna hinardekirina petrola Iraqê kêm bike û ji bo Sûriyeyê jî bibe çavkaniyeke giring a dahatê. Herwiha rola kompanyayên Amerîkayê di vê projeyê de, wekî nîşaneya vegera bihêz a Amerîkayê bo karkirina di binesaziya enerjiyê ya herêmê de tê dîtin.

 

K24

Top