• Saturday, 07 February 2026
logo

Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî aşkere bû

Gulan Media September 2, 2020 Nûçe
Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî aşkere bû
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi serdaneke fermî gihîşte Bexdayê û di yekem westeghên serdanê de, ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiya.

Di civînê de, rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê, nexweşiya vîrûsa Koronayê û bandorên wê di warê aborî de û hewlên rûbirûbûna wê, berdewamiya guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, metirsiyên terorê û tevgera DAIŞê, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsên din hatin guftûgokirin.

Di civînê de ku cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn, her du aliyan tekezî li ser girîngî û pêwîstiya karê bi hev re û hevbeşiya hemû pêkhatiyan û aliyan ji bo rûbirûbûna rikberiyan û derbaskirina qeyranan kirin. Her du alî hevnerîn bûn li ser girîngiya hevkarî û hevahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê û dilniyabûn ji nehîştina DAIŞê.

Derbarê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê de jî, Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî pêdagirî li berdewamiya guftûgoyan ji bo gihîştin rêkeftineke giştgîr ji bo çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê û hevkariya di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo derbaskirina qeyranan kirin.

Kazimî amaje bi girîngiya avakirina baweriyê kir û ragihand, pêştir kêmanî di serderîkirina bi pirsgirêkan re hebû û hêvî xwast, her du alî bikarin bi nerîneke nû û hevbeş pêngavan ji bo çareseriyan bavêjin. Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku çareserkirina rîşeyî û yekcarî ya pirsgirêkan di berjewendiya tevahiya Iraqê de û aramiyê ji bo welat vedigerîne.

Pêwendiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran, parastina sînoran û serweriya Iraqê, sardana Serokwezîrê Iraqê bo Washingtonê û civîna wî ligel Serokê Amerîka, sardana Serokê Fransayê bo Iraqê û erkê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, tewereke din a civînê bû. Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê da, civaka navdewletî amade ye hevkarî û piştevaniya Iraqê bike, girîng e Iraq jî bikare sûdê ji wê derfetê bibîne.

K24
Top