Nasnameyên şehîdên êrişa li Silêmaniyê hatin eşkerekirin
Dezgeha Ewlehiyê ya Silêmaniyê ragihand ku êrişên li Zirgiwêzê bi 7 mûşekan hatine kirin.
Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê jî diyar kir ku 9 şehîdên wan hene.
Dezgeha Ewlehiyê ya Silêmaniyê ragihand ku saet 06:20an gundê Zirgiwêzê bi 4 mûşekan hatiye bombebarankirin.
Her wiha 2 mûşek li nêzîkî Girê Kupaniyê yê Qeredaxê ketine û mûşekek jî li gundê Qisirdiyê yê heman navçeyê ketiye.
9 şehîd û 3 birîndar hene
Berpirsê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Ebdullah Azerbar ji Rûdawê re ragihand:
"Ji aliyê Îranê ve bi 6 mûşekan em hatin bombebarankirin.
Li gorî amarên destpêkê, 9 şehîdên me hene."
Nasnameyên şehîdan
Nasnameyên şehîdan ên ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin wiha ne:
· Ferhad Qemerî, ji Dîwandereyê
· Sirûş Nesrî, ji Merîwanê
· Sîna Seferî, ji Şabadê
· Yasîn Kiyanpûr, ji Şazendeyê
· Ehmed Mehmûdî, ji Baneyê
· Reza Sadiqî, ji Bokanê
· Kesra Rehmannejad, ji Bokanê
· Siyawan Nîkîxa, ji Bokanê
· Zekerya Feqî Hesen Axa, ji Bokanê
Rudaw
