Îranê êrişî baregehek Amerîka ya li Sûriyeyê kir
Rageşiya di navbera Îran û Amerîkayê de her ku diçe zêde dibe.
Êrişên Amerîkayê dewam dikin, beramberî wê jî Îranê bersiv û gefan dixwe.
Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku li Sûriyeyê baregeheke leşkerî ya Amerîkayê kiriye armanc.
Li gorî Supayê Pasdaran gelek leşker hatine kuştin.
Supaya Pasdaran a Îranê li ser êrişa li baregeha leşkerî ya Tenef ya li Suriyeyê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, ji nişka ve” êrişî navenda fermandariya operasyonên taybet a Amerîkayê hat kirin.
Ev navend li herêma Tenefê ya Sûriyeyê ye.
Di êrişê de gelek leşkerên Amerîkayê hatine kuştin . Li gorî daxuyaniyê:
Ev êriş wekî tolhildana êrişa Amerîkayê ya li baregeheke leşkerî ya artêşê hatiye kirin .
Ji ber di wê êrişê de 7 leşker hatibûn kuştin.
Supaya Pasdaran a Îranê eşkere kir hejmareke zêde ya leşkerên Amerîkayê jî hatine kuştin.
Ronahi.tv
