• Sunday, 08 February 2026
logo

4 kolberên Kurd li Serdeşt û Pîranşarê hatin kuştin

Gulan Media September 2, 2020 Nûçe
4 kolberên Kurd li Serdeşt û Pîranşarê hatin kuştin
Li sînorên Serdeşt û Pîranşarê herî kêm 4 kolber bi "gulebarana rasterast " a hêzên çekdar ên Îranê ve hatine kuştin.

Rexistina Mafê Mirovan îro 2ê Îlonê ragihand, ev 4 kolber îro serê sibê hatine kuştin.

Li gorî agahiyên wê rêxistinê, îro danê sibê hêzên çekdar ên Îranê li gundê Qelereş yê Serdeştê karwaneke kolberan gulebaran kir û di encamê de 3 kolber hat kuştin.

Ew her sê kolber, bi navê Zanist Hesen (25 salî), Zanko Ehmedî (22 salî) û Sorûş Malakarî ne.

Ji aliyekî din ve, hêzên Supaya Pasdarên Îranê li sînorê Zêwe li Pîranşarê teqe li kolberan kirin û di encamê de kolberê bi nave Celal Xezrî hate kuştin û hîna termê wî bo malbata wî nehatiye radestkirin.

Li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan “Hingaw”, ji destpêka îsal û heta meha Îlonê, 31 kolberên Kurd hatine kuştin û birîndarkirin.

K24
Top