4 kolberên Kurd li Serdeşt û Pîranşarê hatin kuştin
Rexistina Mafê Mirovan îro 2ê Îlonê ragihand, ev 4 kolber îro serê sibê hatine kuştin.
Li gorî agahiyên wê rêxistinê, îro danê sibê hêzên çekdar ên Îranê li gundê Qelereş yê Serdeştê karwaneke kolberan gulebaran kir û di encamê de 3 kolber hat kuştin.
Ew her sê kolber, bi navê Zanist Hesen (25 salî), Zanko Ehmedî (22 salî) û Sorûş Malakarî ne.
Ji aliyekî din ve, hêzên Supaya Pasdarên Îranê li sînorê Zêwe li Pîranşarê teqe li kolberan kirin û di encamê de kolberê bi nave Celal Xezrî hate kuştin û hîna termê wî bo malbata wî nehatiye radestkirin.
Li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan “Hingaw”, ji destpêka îsal û heta meha Îlonê, 31 kolberên Kurd hatine kuştin û birîndarkirin.
K24
