Îmarat: Aştî û aramî bi nefrete pêk nayê
Cemal El-Muşarak, di preskonferansekê de de wek bersîva pirseke ser peymana navbera Îmarat û Îsraîlê, got ku rêya aştî û aramîyê bi azirandin û axaftina nefretê nayê çêkirin.
Herwiha Muşarak got ku ew ji niha de nikarin derbarê kiryarên Îsraîlê yên sibêroja bipeyîvin, lê di vê mijarê de ji hêla Amerîkayê û ji alîyê dîyaloga wan ya seqolî garantî ji wan re hate dayîn.
Hejayî bîrxistinê ye ku piştî îmzekirina peymana aştîyê, di 31ê Tebaxê de firîna yekê ya bazirganî ya di navbera Îsraîl û Îmaratê de pêk hatibû.
Ew peyman, navbera welatekî Ereb û Îsraîlê di zêdetirî 20 salan de lihevkirina yekê bû ku di encama metirsîyên hevpar yên ji Îranê jî hatibû çêkirin, lê Fîlîstînî, Îran û hin dewletên misilman bi wê rêketinê pir hers bûbûn.
Basnews
